Koma rizgarkirinê û heyeta teknîkî sewqî herêma aşûtê hat kirin 2020-02-10 11:42:42 WAN - Koma rizgarkirinê û heyeta teknîkî, ji bo lêgerîna Mehmetcan Taşdemîr ku di bin aşûta navçeya Miksê de bû, sewqî herêma aşûtê hat kirin.   Di navbera 4-5'ê Sibatê de li ser rêya navçeya Miksê û Wanê aşût çêbûbû û 41 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 84 kes jî birîndar bûbûn. Koma rizgarkirinê û heyeta teknîkî sewqî herêma aşûtê hat kirin. Endamê Agirkujê Mehmetcan Taşdemîr ku di bin vê aşûtê de mabû hê jî nehatiye dîtin û ji ber şertên zehmet ên hewayî xebatên lêgerînê yên ji bo wî di 7'ê Sibatê de hatibû rawestandin.    Walîtiya Wanê, têkildarî xebatên lêgerînê yên ji bo Taşdemîr daxuyanî da û diyar kir ku Koma rizgarkirinê û heyeta teknîkî, piştî nirxandina rewşê ji bo lêgerînê çûne herêma aşûtê. Walîtiyê, da zanîn ku li gorî vekirina rê heke komên bigihîjin cihê aşûtê dê li gorî nirxandina ku bikin biryara lêgerînê bidin.    Li aliyê din hat ragihandin ku ji bo herêma li navçeya Ebexê ku 3 jê kobanî 13 penaber lê qerisîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn jî 2 komên AFAD'ê hatine şandin. Ekîbîn ku çûne cihê bûyerê li gorî guncavbûna hewayê dê xebatan bikin.