Li Girtîgeha Jinan a Amedê mafên girtiyan hatine sînordarkirin 2020-02-10 10:54:13 AMED - Hat diyar kirin ku girtiyên sewqî Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê tên kirin, lêgerîna tazî ferzî wan tê kirin û gelek mafên girtiyan hatine sînordarkirin.  Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê her ku diçe zêdetir dibin. Yek ji girtîgehên binpêkirinên mafan herî zêde lê tên jiyîn Girtîtgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê ye. Girtiyên sewqî vê girtîgehê tên kirin, rastî kiryarên xirab ên gardiyenan tên û dibin navê “lêgerîna tenik” de lêgerîna tazî ferzî girtiyan tê kirin. Hat ragihandin ku girtiyan li dijî van pêkanînan bi midurê girtîgehê re hevdîtin kirine, ligel ku midur ji girtiyan re gotiye “wê pêkanîn û kiryarên wiha nebin” jî, hîna ev pêkanîn li girtîgehê dewam dikin. Dîsa, bi hinceta “sûcan birêxistin dike”destûr nayê dayîn ku girtî bi awayekê komî di qawîşan weneyên xwe bikişîn in. Tenê 3 kes dikarin bi hevre wêneyan bikêşin. Girtî ji bo vê rewşê şermezar bikin, biryar girtine ku êdî wêneyan nekêşin.   KAMERA GIRTIYAN ACIZ DIKIN    Hat dest nîşan kir ku rêveberiya girtîgehê her tim bi kamerayan baxçe û qawîşên girtiyan dişopînin û ev jî dibe sedama aciziya girtiyên jin. Hat ragihandin ku di demên dawî de, dema girtî sewqî nexweşxaneyê tên kirin, bi du kelepçeyan destên wan kelepçe dikin, girtî jî ji bo şermezarkirin vê rewşê naçin nexweşxanê. Hat diyar kirin ku di nava heftiyê de, carekê di nava qawîşan de bernameya spor dihat lidarxistin, lê ev bername, nêzî 2 mehane hatiye qedexekirin, tenê girtiyên di heman qawîşê de dikarin bi hevre derkevin bernameya sporê.    LI ŞÛNA AVA GERIM AVA SARGERM DIDIN    Hat destnîşan kirin ku girtî dixwazin bi girtiyên di qawîşên cuda re qûrsan bibînin, lê rêveberiya girtîgehê vê daxwaza girtiyan qebûl nake. Girtiyan, daxuya kirin ku di du rojan carekê de, saetekê ava gerim didin wan, ava didin wan jî sargerme û ev jî daxistine nîv saetê. Girtiyan dan zanîn ku divê wan  heftiyê carekê bibin revîrê, lê ev mafê wan derxistine du heftiyan carekê. Girtiyên dibin revîrê jî, bêyî ku bên mûayenekirin, tenê darman didin wan û paşve dişînin qawîşên wan. Di rewşên lezgîn de jî bi girtiyên nexweş re eleqedar nabin.    Di heman demê de, girtiyan diyar kirin ku rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan.