Yîgît: Ger Tirkiye pêşiya artêşa Sûriyeyê bibe asteng wê hîn zêdetir têk biçe 2020-02-10 09:17:53 STENBOL - Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, diyar kir ku Tirkiye encex bi hevdîtinên bi rejima Şamê re karibe xwe ji çirava Sûriyeyê rizgar bike û got: "Divê Tirkiyeyê li dijî gefên komên cîhadî ewlekariya sînor di asta herî jor de bigire û li hemberî pêşketina Rûsya û artêşa Sûriyeyê nebe asteng. Ger berevajî vê bike wê têk biçe." Şerê 9 salin li Sûriyeyê dewam dike, bi mudaxileya hêzên emparalîst ên kûrewî û dewletên herêmê kûrtir dibe. Pêşketinên herî dawî yên Tirkiye û artêşa Sûriyeyê li Îdlîbê anîn beramberî hev, êdî bi peymanên rêyên muzalere yên hêzên kûrewî û dewletên herêmê nabe çareserî. Ligel peymanên hatin kirin jî, Tirkiyeyê bi sewqiyeta leşkerî ya di 2'yê Sibate de bi awayekê konvoyê kir, bû hedefa artêşa Sûriyeyê û 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.     Piştî hedefgirtina sewqiyeta leşkerî ya Tirkiyeyê, ligel daxuyaniyên hişk ên hatin kirin jî, artêşa Sûriyeyê pêşketina xwe ne rawestand. Artêşa Sûriyeyê  ligel vê yekê jî yek ji navendên ji bo Tirkiyeyê herî girîng  navenda navçeya Seraqibê ya li ser rêbejaya M5 kirin bin kontrola xwe. Artêşa Sûriyeyê ya navenda Seraqibê xist bin kontrola xwe, 8 kîlometere dûrî navenda Îdlîbê mewzî girt. Tirkiyeyê jî li ser vê yekê sewqiyeta leşkerî ya ji bo herêmê zêdetir kir. Ev her du hêzên ku evqas nêzî hev bûne, rageşiya li Îdlîbê zêdetir dikin. Ji bo ev rageşî bê kêm kirin, di 8'ê Sibatê de, di navbea Rûsya û Tirkiyeyê de hevdîtinek hat kirin.    Wezîkarê Karê Derve yê Tirkiyeyê, piştî vê hevdîtinê ev daxuyanî da: "Em biryar girt ku di hefteya pêş me de jî ev hevdîtin dewam bikin." Li gel van pêşketinan, li Rûsyayê li baregeha xwe ya li Hmeymîm a Sûriyeyê, bi serkirdeyên hêzên Kurd ên Sûriyeyê re, li ser esasê "Şam û muzakere" hevdîtin kir. Pispora Rajhilata Navîn Hamîde Yîgît ev pêşketin û bûyerên li Sûriyeyê tên jiyên nirxandin û diyar kir ku rêvberiya Rûsyayê biryara muzakerê ya Tirkiyeyê qebûl nekiriye.    ‘KIRIYE REWŞEKÊ HEDEF ŞAŞ KIRIN'   Yîgît, da zanîn ku piştî artêşa Sûriyeyê Maaret El Nûman kir bin kontrola xwe, Tirkiye ji bo ku pêşketina artêja Sûriyeyê ya ji bo Îdlîbê rawestîne, dest bi tevgerê kiriye û wiha axivî: "Piştî Maaret El Nûman winda kir û şûnde, di nava cîhadiyan de tirsekê dest pê kir û rexneyên li dijî Tirkiyeyê zêdetir bûn. Tirkiye ji bo van rexneyan kêm bike, ji bo Seraqibê dest bi sewqiyeta leşkerî kir. Dema ku konvoy ber bi Seraqibê ve diçû, ji nişkave berê xwe da başûr. Aha ev şaşkirin bû sedem ku artêşa Sûriyeyê êrîş bike. Gelo Tirkiyeyê çima xwest vê şaşkirinê bike de tu agahî tune ye."   ‘ŞAMÊ GUH NE DA ERDOGAN'   Yîgît, anî ziman ku piştî artêşa Sûriyeyê êrîşî sewqiyetê kir, Tirkiyeyê bi dengek bilind daxuyaniyên hişk dan û wiha got: "Ligel van daxuyaniyan jî Sûriye ne rawestiya. Berevajî hîn bi leztir berê xwe da navenda Îdlîbê. Artêşa Sûriyeyê, di vê pêşketina xwe ya bibiryar de, guh neda Mûtabakata Soçî ya Hikumeta Erdogan."   ARTÊŞA SÛRIYEYÊ BI BIRYARE   Yîgît, daxuya kirin ku artêşa Sûriyeyê raste rast sewqiyeta leşkerî ya Tirkiyeyê hedef negirt û wiha bilêv kir :"Sûriye ne xwedî vê biryarê ye. Artêşa Sûriyeyê ya ne xwedî vê biryarê ye, tenê dixwaze rêbejahiyên M4 û M5 veke. Sûriye di vê operasyona xwe de bi biryare."   'JI BO CÎHADIYA WÊ WELATKE DIN AVA NEBE'   Yîgît, dest nîşan kir ku Tirkiye wê di demê pêş de, bi rêyên dîplomatîk hin gavan paşve bavêje û wiha pê de çû: "Tirkiye heya ku qebûl neke, wê navenda Îdlîbê neyê hedef girtin. Lê Tirkiye wê bixwaze ku Îdlîbê di destê xwe de bigire. Gelo çima? Ji ber ku Tirkiyeyê ji bo komên cîhatçî li Îdlîbê herêmek tampon ava kiriye. Cîhatçiyên li wê derê ne hikumeta Sûriyeyê û ne jî Rûsya dixwaze. WÊ ji bo cîhadiyan welatek din neyê avakirin. Tirkiye baş dizane ku wê artêşa Sûriyeyê li dijî navenda Îdlîbê operasyonên xwe berfirehtir bike. Ji ber vê Tirkiye hewl dide ku bi rêya dîplamasiyê Îdlîbê di destê xwe de bigire. Îro ne bejî, Tirkiye neçare k u sibe ji Îdlîbê paş ve vekişe. Lê dixwaze vê paşvekişînê bi rêya muzakereyan bike. Tirkiye ligel vê yekê jî, wê dîsa qajqajiya şer bike. Weke ku serkeftin bi dest xistiye wê lanse bike. Bêçaretiyeke Tirkiyeyê ya wisan heye. Lê bi tu awayî jî nabe. Ji ber ku kes naxwaze li dû vê qajqajiya şer here. DYA bi awayekê pir aşkere çavê xwe ji vê re digire. Tirkiye jixwe, ji vê cesaret digire û evqas qajqajiya şer dike."   HEVDÎTINA LI BAREGEHA HMEYMÎM PÊK HAT    Yîgît, bal kişand ser hevdîtina Rûsyayê ya li baregeha xwe ya li Hmeymîm a Sûriyeyê, bi serkirdeyên hêzên Kurd ên Sûriyeyê re, li ser esasê "Şam û muzakere" kir û wiha rêz kir: "Ev pêşketinek girînge. Lêgerînên çareseriyên siyasî pir girîngin. Bi vê hevdîtinê kurd û hikumeta Şamê nêzî hev bûne. Ev nêzbûna Kurdan û hikumeta Sûriyeyê, piştî vekişandina DYA'yê pêk ket. Niha hêzên li Sûriyeyê, dixwazin li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bi hevre tevbigerin û li ser vî esasî nîqaşan bi rêve dibin. Ji ber vê yekê ev civîn ji bo dînamîkên herêmî yên Sûriyeyê bûye moralek mezin. Di hevdîtina herî dawî ya  li Moskovayê de, daxwaza Sûriyeyê ev bû; 'Divê demildest Îdlîb ji terorê bê paqij kirin û Tirkiye ji herêmê derkeve.' Lê Tirkiyeyê ev qebûl nekir. Bes ev hevdîtin tê wateya yeketiyê û ev jî girînge."   'GER BEREVAJÎ BIKE'   Hamîde Yîgît, diyar kir ku Tirkiye encex bi hevdîtinên bi rejima Şamê re karibe xwe ji çirava Sûriyeyê rizgar bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê Tirkiyeyê li dijî gefên komên cîhadî ewlekariya sînor di asta herî jor de bigire û li hemberî pêşketina Rûsya û artêşa Sûriyeyê nebe asteng. Ger berevajî vê bike wê têk biçe."   MA / Nacî Kaya