Darên bi pereyên xwendekaran kirîn di baxçeyê mala xwe de çandin! 2020-02-10 09:17:11 STENBOL - Îdîayên derbarê Halîl Îbrahîm Kahya yê weke midûr tayînê Lîseya Îmam Xetîp a Anadolûya Cem Sûltan a Bûrsayê hatibû kirin de, bajêr tevlîhev kir. Halîl Kahya yê ku bi sergirtina tacîza li dibîstanê rû da re tê tewanbarkirin, darên bi pereyên xwendekaran kirîn di baxçeyê mala xwe de çandin. Îdîayên derbarê Halîl Îbrahîm Kahya yê di meha Tebaxa 2018’an de weke midûr tayînê Lîseya Îmam Xetîp a Anadolûya Cem Sûltan a li navçeya Orhangazî ya Bûrsayê hatibû kirin de, bajêr tevlîhev kir. Kahya yê ku bi sergirtina tacîza li dibîstanê rû da re tê tewanbarkirin, darên bi pereyên xwendekaran kirîn di baxçeyê mala xwe de çandin.     ‘1800 TL PERE KOM KIR’   Midûrê dibistanê Kahya, dibin navê “Emê daran biçînin” de, ji 90 xwendekaran bi giştî 1800 TL pere kom kir. Kahya darên fêkiyan ên bi vî pereyî kirî li baxçeyê mala xwe çandin. Xwendekaran ev bûyer û pêşketinên din ên li dibistanê rû dan ji CÎMER’ê re gilî kirin. Ev xwendekar vê carê rastî zextên Kahya hatin. Xwendekarên ku giliyê Kahya kirin, anî ziman ku rastî gefên wî hatine û ji bo ku ji dibistanê veqetin zextê li wan dike. Xwendekarên ku nexwestin navên xwe bidin, diyar kirin ku ji bo cezakirina wan û ji dibistinê bên avêtin Kahya deriyê dibistanê zû digire. Xwendekaran, dan zanîn ku Kahya ji wan re dibêje “Ger hûn neçin wê jiyana we bişewite.”    ‘SER TACÎZA ZAYENDÎ GIRTIN’    Xwendekaran, dest nîşan kirin ku ser tacîzeke zayendî ya li dibîstanê rû da girtin û wiha gotin: “Xwendekarê ku rastî êrîşê hat, ji dibistanê şandin. Xwendekarên êrîş kirin jî, şandin dibistanên cuda. Bi vî awayî ser vê bûyerê girtin. Kahya em kom kirin û ji me re ev axaftin kir, ‘Ma ev bûyer karê weye. We bi belavkirina vê bûyerê kevir avêt vê heriyê. Ji xwe me hewl dida ku em ser vê bûyerê bigirin.’ Kayha dîsa ji me re got, ‘Pişta min saxleme. Serokkomar weke navbera telefonekê dûrî mine. Kes nikare tiştekê bi min bike.’ Bi vê yekê re zextên li ser me zêdetir bûne.”    Xwendekaran, dest nîşan kirin ku çend hevalên wan qeydên xwe ji dibistanê girtin û wiha îdîakirin: “Kahya endamê Weqfa Ensarê. Berê jî, ji ber bûyereke tacîzê ji vê derê hatibû dûrxistin.”    MIDUR: JI BO KU CIH NEHAT VEQETANDIN MIN DAR JI XWE RE BIRIN    Derbarê bûyerên hatin jiyîn de me li Midur Halîl Îbrahîm Kahya geriya û wiha bersiva me da: “Ji bo ku cih ji bo daran nehat veqetandin, min dar di zeviya xwe de çandin. Ji bo dekorê mine w dar çandin.”    ‘HEMÛ TIŞT HAT KIRIIN’    Midur Kahya, derbarê bûyera tacîza zayendî de jî ev tişt gotin: “Ev bûyerek pir mezin nîne. Tiştên pêwîst hatin kirin. Ez ne endamê Weqfa Ensarê me. Hemû îdîayên xwendekaran derewin. Bêbextiyê li min dikin.”    MA / Ferhat Çelîk