Li 3 ESP’iyên rojnaemya Atilim belav kirin doz hat vekirin 2020-02-10 09:15:41 EDENE - Li 3 ESP’iyên li Edenê di bernameya 25’emîn salvegera rojnameya Atilimê de hatibûn binçavkirin, bi îdîaya “Bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistinê” û “Endamtiya rêxistinê” doz hat vekirin.    Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), li Edenê di 3’yê Mijdara 2019’an de bi boneya salvegera 25’emîn rojnameya Atilimê, rojname û kovara Ozgur Gençlîk belav kirin. Di dema belavkirina rojname û kovarê de polîsan 3 kes kiribûn binçavan û dûre serbest berdabûn.    Endamê Meclîsa ESP’ê Osman Kara, endamên partiyê Ahmet Turkeş û Kemal Gençaydin ên hatibûn binçavkrin derbarê wan de doz hat vekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Edenê derbarê Kara, Turkeş û Gençaydin de, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistin” îdîaneme amede kir. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edenê îdîaname qebûl kir û roja danişînê weke 19’ê Adarê diyar kir. Dozger, kovara Ozgur Gençlîk û rojnameya Atilîmê yên ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin sûc didin û îdîakir ku her 3 ESP’î “Endamên rêxistinê ne.”