ROJEVA 10'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-10 09:00:43   * Li gundê Xerabê Bava ya Nisêbînê, bi ser qedexeya ku gelek welatî rastî îşkencê hatin, bi dehan cihên dîrokî hatin hilweşandin û gelek heywan hatin kuştin re 3 sal derbas bûn. Vedîa Aykût a wê demê hevjînê wê rastî îşkenceyek giran hat, şopên qedexeyê bi şûşeya çayê ya ku ji mala xweya hatibû şewitandin derxist, nade ji bir kirin.   * Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, diyar kir ku Tirkiye encex bi hevdîtinên bi rejima Şamê re karibe xwe ji çirava Sûriyeyê rizgar bike û got: "Divê Tirkiyeyê li dijî gefên komên cîhadî ewlekariya sînor di asta herî jor de bigire û li hemberî pêşketina Rûsya û artêşa Sûriyeyê nebe asteng. Ger berevajî vê bike wê têk biçe."   * Li 3 ESP’iyên li Edenê di bernameya 25’emîn salvegera rojnameya Atilimê de hatibûn binçavkirin, bi îdîaya “Bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistinê” û “Endamtiya rêxistinê” doz hat vekirin.    * Îdîayên derbarê Halîl Îbrahîm Kahya yê weke midûr tayînê Lîseya Îmam Xetîp a Anadolûya Cem Sûltan a Bûrsayê hatibû kirin de, bajêr tevlîhev kir. Halîl Kahya yê ku bi sergirtina tacîza li dibîstanê rû da re tê tewanbarkirin, darên bi pereyên xwendekaran kirîn di baxçeyê mala xwe de çandin.     * Komîsyona Jinan a TGS'ê, wê ji bo rojnamgerên jin ê li Girtîgeha  Bakirkoyê girtîne, li ber girtîgehê daxuyanî bide çapemeniyê û piştre ji bo girtiyan pirtûkan bişîne. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, ji bo Mehmet Bal ê ji bo hevdîtina kurê xwe yê li Girtîgeha Sîlîvrî dimîne, di 24'ê Çileya 2020'an de ji Êlihê hat Stenbolê û di heman rojê de hevdîtîn bi xizmên xwe re kir û dûre bi tu awayî agahî jê nehat girtin, wê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê  li dar bixe. (13.00)   * 2'emîn danişina doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê li ser îfadeya Hicran Berna Ayverdî di 22'ê Cotmeha 2019'an de hat girtin û 15 sal ceza jêre tê xwestin, dê îro li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-16.00)