Jinên HDK'î li dijî faşîzmê, konferansa jin û jiyanê li dar dixin 2017-12-14 09:13:43 STENBOL - Meclîsa Jinan a HDK'ê beriya Kongreya Giştî ya 8'emîn ku dê di 17'ê Kanûnê de bê lidarxistin, li hev bicive. Endama Koordînasyona Kongreyê ya HDK'ê Gulseren Pusatlioglû ji bo beşdarbûyîna konferansê wiha bang kir: "Ji bo azadî û jiyana jinê em bibin yek."  Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), wê beriya Kongreya Giştî ya 8'emîn ku dê di 17'ê Kanûnê de li Enqereyê bê lidarxistin, wê Konferansa Jinan a 8'emîn li dar bixe. Wê Konferans di 16'ê Kanûnê de li Enqereyê li avahiya Tum Bel Sen'ê bê lidarxistin. Endama Koordînasyona Kongreyê ya HDK'ê Gulseren Pusatlioglû têkildarî mijarê axivî.    Pusatlioglû, anî ziman ku jin ji qada siyasetê tên dûrxistin, bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin, tên girtin. Pusatlioglû, got ku ew ê li hemberî vê yekê bitêkoşin û ev tişt gotin: "Li hemberî keda jinê êrîşek heye, jin ji qada cemaweriyê tên dûrxistin, hepsî malê tên kirin, li ser navê wan biryara ku dê çend zarokan çê bikin tê dayîn. Têkoşîna li dijî vê mekanîzmaya îktîdarî di nav peywirên me de ye. Yek ji armancên sereke yên me ew e ku jin mafên xwe bidest bixin û li welatekî demokratîk bi awayekî azad û wekhev bijîn. Li gel vana, di heman demê de em ji her bawerî, nasname û komên cuda bi jinan re tên gel hev û piştevaniyê xurt dikin. Çimkî êrîş li me hemûyan tê kirin."    ‘DIVÊ EM ZEMÎNA TÊKOŞÎNA BI HEV RE BIAFIRÎNIN'    Pusatlioglû, anî ziman ku ew di nêvengeke ku bi awayekî zêde dijminatiya jinê tê kirin de dijîn û ev tişt gotin: "Em wisa difikirin ku li vî welatî pêdivî bi qanûneke bingehîn a demokratîk heye. Her wiha em dixwazin qanûna bingehîn a demokratîk bi destê meclîsên jinan ên HDK'ê bikin rojev û pêdiviya me bi qanûneke bingehîn a ne zayendparêz heye. Ji ber vê divê li dijî faşîzmê em zemîna têkoşîna bi hev re baifirînin."    ‘KONFERANS JI HEMÛ JINAN RE VEKIRIYE'    Pusatlioglû, anî ziman ku çi elewî, çi sunî, çi karker, çi betal wê ji her derdorên civakê jin tev li konferansê bibin û wiha axivî: "Di mozaîka vî welatî de kî hebe, em ê bi wan re bên gel hev. Konferansa me ji bo hemû jinên ku li dijî faşîzmê dibêjin jin û jiyan vekiriye. Em dixwazin ev hatina me ya cem hev bibe munasebata zeximkirina piştevaniya jinê. Çimkî heke piştevaniya jinan tune be, neyên gel hev û xwe bi rêxistin nekin, xwedî li pirsgirêkên xwe dernekevin wê têkoşîn zehmet be. Ji ber vê pêdiviya me hemûyan bi têkoşîna di bin banekî de heye. Em dizanin bêyî têkoşîn û rêxistinbûyînê nabe. Ji ber vê li dijî faşîzmê, ji bo azadî û jiyana jinê, ji bo berdewamkirina jiyanê, ji bo tu jin nemirin û mirin bên rawestandin ez dibêm em bibin yek."    MA / Sadiye Eser