Hevdîtina Meclîsên Jinan bi dawî bû 2020-02-09 18:31:28 STENBOL - Hevdîtina Meclîsên Jinên Tirkiyeyê ya bi dirûşmeya “Tu yê bi tenê tu carî nemeşî” ya bi pêşengtiya Meclîsên Jinan hat lidarxistin, bi dawî bû. Di hevdîtinê de ji bo çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pêşniyar hatin kirin û jinan nêrînên xwe parve kirin.  Hevdîtina Meclîsên Jinên Tirkiyeyê ya bi dirûşmeya “Tu yê bi tenê tu carî nemeşî” ya bi pêşengtiya Meclîsên Jinan li Navenda Çandê ya Mûstafa Kemal a Beşîktaşê hat  lidarxistin bi dawî bû. Ji gelek aliyên Tirkiyeyê jin beşdarî hevdîtinê bûn. Jinan pankarta “Tu yê bi tenê tu carî nemeşî” bi salonê ve kirin.     Nûnera Giştî ya Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) Gulsum Kav, di hevdîtina jinan de axivî û wiha got: “Em pir bi biryarin. Ligel befir û barana heyî jî, ji çar aliyên welat jin hatine. Ji dema Emîne Bûlût û Ceren Ozdemîr ve em pir cuda bûne. Êdî tebata me nemaye. Em deng û îsyana xwe bi dansa Las Tesîs re gihand hemû jinên cîhanê. Qedên mirina jinan li welat nayin girtin. Em ev yek derxist holê û fermî kir. Pirtûka me ya ‘Bijî 8’ê Adarê’ derdikeve. Bi hevrebûna me bi serkeft. Yan em ê bi têkoşîn û peywirekê mezintir ji vê salonê derkevin û cinawirên zilam ên dijmînê jinan têk bibin, yan jî em ê her tim agahiyên zarokên biçûk ku ji aliyê bavên xwe ve tên kuştin, bigirin. Em ji vê salonê bi vî awayî derkevin. Werin em bil ez û bez dawiya rojên tundiyê bibin. Ne tenê ji bo rawestandina kuştinên jinan, di heman demê em yekitiya xwe jî ava bikin. Werin em van rojan wiha jî ava bikin.”   Dûre Nûnera KCDP’ê ya Stenbolê Fîdan Ataselîm jî, axî û behsa têkoşîna xwe ya ev 10 salin bi rêve dibin kir.    JI BO TEVLÎBÛNA 8’Ê ADARÊ BANG KIRIN    Piştî axaftinan jinan di hevdîtinê de, ji bo çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pêşniyar kirin û nêrînên xwe parve kirin. Jinên ku mafê axaftinê girtin, bal kişandin ser girîngiya tevlîbûna çalakiyên 8’ê Adarê û banga tevlîbûnê li hemû jinan kirin.    Hevdîtin piştî axaftinan bi dawî bû.