Rojnameger Çelebî: Trump bi serê xwe biryara Qudusê nedaye 2017-12-14 09:12:39 STENBOL - Rojnameger Mehmet Ali Çelebî der barê krîza Qudsê de axivî û wiha got: "Trump bi tena serê xwe ev biryar nedaye. Ev ne biryareke şêxs e, wisa dixuyê ku li ser hatiye fikirîn."  Nîqaşên der barê Qudusê ku DYA wê wek paytexta Îsraîlê qebûl kir de didomin. Rojnameger Mehmet Ali Çelebi krîza Qudusê nirxand. Çelebi diyar kir ku ji ber Qudus navenda olên semawî ye girîng e û ev tişt gotin: "Di hemû olan de cihekî pîroz e. Di dema Seferên Xaçparêzan de ji bo Qudusê bi dest bixin împaratorên hêzdar şer kirine. Geh ketiye destê misilmanan, geh ketiye destê xirîstiyanan û geh jî ketiye destê cuhiyan."   Çelebi, "Deklarasyona Balfour" a di 2'yê Mijdara 1917'an de ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Îngîltereyê Arthur James Balfour ve hat nivîsandin û îthafî Baron Walter Rothschil ku di tevegra sîyonîst de navekî girîng e hat kirin bi bîr xist û got ku ev ji bo cuhûyan belgeyeke zaf girîng e. Çelebi diyar kir ku bi Deklarasyona Balfour e cuhû ber bi vê herêmê ve koç kirin û di sala 1947'an de ev herêm bû pirsgirêkeke Neteweyên Yekbûyî. Çelebi dest nîşan kir ku di dengdayîna Neteweyên Yekbûyî ya wê demê de Filîstin ji sedî 44 û Îsraîl jî ji sedî 56 deng wergirtin û ev der dan Îsraîlê. Çelebi got ku ev pêşnûma hat qebûlkirin, lê belê Filîstîn ev plan qebûl nekir û Tirkiye jî di nav de 13 welatan dengê na dan.    Çelebi anî ziman ku îro Tirkiye jî di nav de gelek welatên misilman dixwazin Îsraîl vekişe sînorên xwe yên 1967'an. Çelebi got ku sînorên 1967'an ji yên 1947'an gelekî pirtir e û ev tişt gotin: "Di sala 1967'an de ji sedî 15 xaka Filîstînê hebû. Di sala 1980'yî de Îsraîl got wê Qudus bibe paytextê yekbûyî. Lê belê ev yek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve nehat qebûlkirin. Paşê gelek biryar hatin dayîn, lê neketin meriyetê. Di sala 1994'an de ji bo Qudus bibe paytextê Îsraîl DYA pêşnûmayek amade kir, lê belê Clînton ev yek qebûl nekir. Her wiha Bush û Obama jî ev yek îmze nekirin. Lê belê Trump her tiştî da ber çavên xwe û ev ewraq îmze kir."    ‘EV NE BIRYARA TRUMP E'    Çelebi got ku ji aliyê Trump ve qebûlkirina Qudusê ya wek paytexta Îsraîlê ne tişteke hêsan e û wiha got: "Trump bi tena serê xwe ev biryar nedaye. Belê, dibe di navbera Pentagon û Qesrê de pirsgirêk hebin, lê belê ev biryar a wan hemûyan e.  Ev ne biryareke şêt e, wisa dixuyê ku li ser hatiye fikirîn." Çelebî dest nîşan kir ku DYA hevkêşeyên xwe yên li Rojhilata Navîn hesab kiriye û paşê ev biryar daye.    Her wiha Çelebi got ku ya ku Îsraîl ji bo gelê Filîstînê rewa dibîne, Tirkiye jî wê li bajarên kurdan dixe dewrê û Tirkiye di krîza Qudusê de di polê de maye. Çelebi anî ziman ku beriya hilbijartinên 2019'an krîza Qudusê malzemeyek girîng e û ji bo îktîdarê hatiye dayîn.