Aydenîz: AKP û MHP li ser mexdûriyetiyê şow dikin 2020-02-09 16:02:13 DÎLOK - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha   Aydenîz di kongreya partiya xwe ya Dîlokê de axivî û got: “AKP û MHP, li ser mexdûriyetiyê  şow  dikin. Ji derveyî çek, girtin û kuştinê tu tişt di destê wan wan de nema ye.”   Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Dîlokê, 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî bi şîara “Em bi rihê yekitiya neteweyî ber bi azadiyê ve dimeşin” li dar xist. Kongre li saloneke dawetê ya li navçeya Şehîtkamîl hat lidarxistin. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrûl, nûnerên Komelya Mafê Mirovan (ÎHD), endamên Komeleya 78’an û gelek kes beşdarî kongreyê bûn.    KESKÎN PEYAMA YEKITIYA NETEWEYÎ DA    Hevserok Keskîn Bayindir di kongreyê de axivî û diyar kir ku gelê kurd di astan qezenckirina azadiya xwe de ye. Keskîn, bal kişand ser têkoşîna gelê kurd û wiha gotf: “Têkoşîna kurdan û berxwedana Rojava yek berxwedane. Gelê kurd êdî dixwazeke ku yekitiya wê ya neteweyî ava bibe. Em jî, divê êdî yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin.”   AYDENîZ: AKP-MHP ŞOWÊ DIKIN   Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî, bi silavkirina Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sabahat Tuncel û siyasetmedarên kurd ên girtî dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Ez Mehmet Tûnç û Asya Yuksek ên di sala 2015’an de, di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînim. Di demek herî nêz de, bûyerên weke qezaya balafirê ya li Stenbolê, karesata aşûtê ya li Miksa Wanê û erdheja li Xarpêtê rû dan. AKP û MHP, li ser mexdûriyetiyê  şow  dikin. Bûyerên tên jiyîn didin nîşandan ku wê desthilatdariya AKP’ê di demek nêz de biçe. Ji derveyî çek, girtin û kuştinê tu tişt di destê wan wan de nema ye. Van jî li dijî gelan bikar tînin. Çi dema ku tengav dibin, serî li rêbazên şer didin. Kriza li Tirkiyeyê heye, bi tecrîda li ser Ocalan ve girêdayî ye. Çi dema ku tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe, wê demê wê ev krîz jî, ji holê rabe."   Piştî axaftinan raporên xebat û aboriyê hatin xwendin. Dûre hilbijartin hat kirin. Mahmût Vûral û Kadriye Elmas ji bo hevserokatiya bajêr hatin hilbijartin.