Danişîna Mizrakli sibê ye 2020-02-09 14:22:04   AMED - 2'emîn danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli dê sibê bê dîtin.    2'emîn danişina doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê li ser îfadeya Hicran Berna Ayverdî di 22'ê Cotmeha 2019'an de hat girtin û 15 sal ceza jêre tê xwestin, dê sibê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. Mizrakli ê bi îdîaya "Endamê rêxistinê" ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan ceza tê xwestin dê ji Girtîgeha Tîpa T2 a Qeyseriyê bi rêya SEGBİS'ê tev li danişînê bibe.