Şenoglû: Li dijî polîtîkayên hilwişandinê xeyalên me hene 2020-02-09 14:04:07   STENBOL – Hevberdev Sedat Şenoglû di 1’yemîn civîna Meclîsa Giştî ya Serdema 10’emîn a HDK’ê de axivî û got: “Li dijî polîtîkayên şer û hilweşandinê yên hêzên emperyalîst xeyalên me hene. Em weke HDK’ê xwe amede dikin ku rêxistinbûyîna vê yekê bikin.”    1’emîn Meclîsa Giştî ya Serdema 10’emîn a Kangreya Demokratîk a Gelan (HDK) li navenda giştî ya li Beyoglû ya Stenbolê hat lidarxistin. Hevberdevkên HDK’ê Sedat Şengoglû û Îdîl Ûgûrlû, rêveber û endamên kongreyê beşdarî civînê bûn. Piştî hilbijartina dîwanê civînê dest pêk kir. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû dest pê kê axivî.    Ûgûrlû, bal kişand ser 15’yê Sibatê roja Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Birêz Ocalan di 15’ê Sibatê de bi komployekê anîn Tirkiyeyê. Bi komployekê navdewletê Birêz Ocalan ji Rojhilata Navîn derxistin, dûre xistin girtîgeha Îmraliyê û niha jî dinava tecrîdek giran deye. Ev tecrîd ne tenê li dijî kesekê ye, di rastiyê de li dijî me hemûyane. Gelên Kurd û Tirk li dijî tecrîdê bertekeke zêde nîşan didin. HDK dikare van bertekan birêxistin bike.”   ‘PÊŞIYA ME VEKIRIYE’   Ûgûrlû diyar kir ku AKP bi polîtîkaya notirvanan re dixwaze hêzên xwe yên milîsan ava bike û got ku, “Bi van rayeyên notirvanan re, wê pirsgirêkên mezin derkevin pêşberî jinan.”   Ûgûrlû diyar kir ku di xebatên yekîtiya neteweyî ya Kurdan de jî ew ê roleke çalak werbigire û got ku “Pêşiya me vekiriye. Bi tenê di warê rê û metodan de hin astengiyên me hene. Îrade û biryardariya me heyeku em van astengiyan derbas bikin.”    ‘XEYAL Û BÊRÎKIRINÊN ME HENE’   Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû jî, diyar kir ku ew di pêvajoyeke êşên gelek mezin tên jiyîn re derbas dibin û wiha axivî: “Em dizanin pergala kapîtalîst şer û hilweşandinê li ser me ferz dike lê li hemberî van tiştan kesên azadîxwaz û wekhevîxwaz jî hene. Li dijî polîtîkayên şer û hilweşandinê yên hêzên emperyalîst xeyalên me hene. Em weke HDK’ê xwe amede dikin ku rêxistinbûyîna vê yekê bikin.”   Piştî axaftina hevberdevkan, civîn li çapemeniyê girtî dewam kir.