Polîsê Trafîkê bi motorê li jinekê xist 2020-02-09 13:45:28   AMED –  Li Cadeya Ekîncîlar a navçeya Yenîşehîrê, polîsê trafîkê bi motorê li jina 29 salî S. Û. xist.   Li ser Cadeya Ekîncîler a Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a a Amedê, duh di saetên êvarî de Polîsê Trafîkê bi motorê li jina 29 salî S. Û. xist. Hat hîn bûn ku polîs di rê de ji aliyê ters ve dihat û dema S.Û. derbasî aliyê din yê rê dibû, lê xist. Ekîbên tendurisyê yên hatin cihê bûyer S. Û. ya birîndar bibû bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahatîn Eyubî û S. Û. piştî tedawîyê rapor girt. Jina 29 salî S. Û. piştî ji nexweşxaneyê derket, çû Qerekola Polîsan a Yenîşehîrê û giliyê polîs kir.  Hat hîn bûn ku polîsê ku li S.Û.’yê xistî, nehatiye binçavkirin.