Bavê 3 zarokên wî girtî binçav kirin 2020-02-09 13:05:32   MÊRDÎN - Li navçeya Artûklu ya Mêrdînê Abdulkadîr Çalhan ê 3 zarokên wî girtî  jî di navde 4 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê polîsan bi ser gelek malande girt û 4 kes binçav kirin. 4 kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Mêrdînê. Di nava 4 kesên hatin binçavkirin de Abdulkadir Çalhan û kurê wî Abdullah Çalhan jî heye. Polîsan bi ser mala Çalhan  de girtin û mala wan tev li hev kirin. Hat diyar kirin ku dema polîsan bi ser mala Çalhan de girtine, bav li erdê dirêj kirine û ji bo endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê gotine "Hûn çima van terorîstan dixin mala xwe" û gef li malbatan xwarine. Hat diyar kirin ku endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ozgur Bulut jî hatiye binçavkirin. Mihriban Şorlî yê 11 roj berê hatibû binçavkirin jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Hat zanîn ku Abdulkadîr Cayhan 3 kurê wî girtî ne.