Kyrle: Daraz ji bo bêdengkirina çapemeniyê bû amûrê siyasetê 2020-02-09 12:55:00   STENBOL - Rêveberê Bernameya Tirkiyeyê yê Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî (IPI) Oliver Money-Kyrle, bal kişand ser sextên li ser çapemeniyê û darazê û wiha got: "Daraza Tirk ji bo rojnamegeran bitirsîne û bêdeng bike bûye amûrekî siyasî."   Li Tirkiyeyê zextên li ser çapemeniyê her ku diçe zêde dibin. Li gorî rapor û daneya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) li Tirkiyeyê 82 rojnameger girtî ne. Li gorî Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) li Tirkiyeyê 114 rojnameger girtî ne. Dîsa li gorî daneyên heman sazî û rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê li Tirkiyeyê di 4 salên dawî de zêdeyî 170 saziyên çapemeniyê bi KHK'ê hatin girtin. Zedeyî 2 hezar rojnameger bêkar man. Xebatkar û rêveberên Çapemeniya Azad û yên muxalif ji aliyê îqtîdarê ve an hatin girtin an jî rastî cezayên cuda hatin. Dîsa bi rêyea  Saziya Îlana Çapemeniyê (BİK), îlan ji ser çapemeniya muxalif hat qutkirin û bi vî cezayî dixwazin çapemeniyê bi sînor bikin. BÎK'ê cezayê îlanan li Rojnameya Evrensel û BirGunê birîn. Piştî vî cezayê li rojnameyan hat birîn, Rêveberê Bernameya Tirkiyeyê yê Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî (IPI) Oliver Money-Kyrle, ku hat Tirkiyeyê ji ajansa me (MA) re axivî. Kyrle ku zêdeyî 10 salin li ser rewşa çapemeniya Tirkiye lêkolîn dike û xebatê dimeşîne, diyar kir ku di salên 2011 û 2012'an de li cîhanê herî zêde li Tirkiyeyê rojnameger girtî bûn.    Kyrle, anî ziman ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê tundiya li ser çapemeniyê zêdetir bû û wiha got: “Di sala 2011'an de ji doza Oda TV, Ergenekon û KCK'ê 70-80 rojnameger girtî bûn. Saziyên çapemeniyê zêde bi girtina rojnamegeran re ne eleqeder bû. Vê yekê bêtir rê li pêş zextên li ser çapemeniyê vekir. Li Tirkiyeyê tevî hemû tundî û zextan dîsa torek xurt a medya heye. Rojnamegeriya li Tirkiyeyê tê kirin, her kesî teşwîk dike û dibe mînak. Rojnamegerên li Tirkiye rîsk dide ber çavan û rojnamegeriyê dike ji bo rojnamegerên li Ewropa dibe mînak. Ger ku rojnameger çi serbest û çi girtî bê darizandin ev bi serê xwe pirsgirêk e. Bi sedan dozên rojnamegeran hene. Tenê dixwazin mînakekê bidim. Ji doza RedHack 6 rojnameger têne darizandin. 6 rojnameger ji ber ku maîla der barê Wezîr Berat Albayrak de kirine nûçe tên darizandin. Ev doz bi serê xwe bê wate û beradayî ye. Bi rêya darazê dixwazin bitirsînin û bêdeng bike. Rojnamegerên tên berdan jî her ji 2-3 mehan carekê tên darizandin. Kyrle, da zanîn ku ji sala 2016'an û şûnde bê navber bi destê darazê li ser çapemeniyê û rojnamegeran zext heye û wiha got: “Mînaka herî zelal jî rayedarên hikûmetê bê navber li ser rojnamegerên doza wan didome daxuyaniyaın didin. Di 20 salên dawî de hemû rêxistinên pîşeyî IPI jî di navde zextên li ser rojnamegeran ên cîhanê dixin bin qeydan. Li tevahiya cîhanê her salê 100 rojnameger tên kuştin. Li tevahiya cîhanê hêjmara rojnamegerên girtî zêde bûn. Li vir Tirkiye serkêşiyê dike.    MA / Erdogan Alayumat