Li Şemrexê agir bi malekê ket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan 2020-02-09 11:43:16   MÊRDÎN – Li Gundê Kayalar ê Navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, agir bi malekê ket. Di şewatê de dayik û 3 zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan.    Şevê din li Gundê Kayalar ê Navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, agir bi xaniyê malbata Tur ket. Di şewatê de dayika 34 salî Nisan Tur û zarokên wê yên di navbera 1 û 7 salî de Mîran, Lorin û Ecrin jiyana xwe ji dest dan. Piştî welatî pê hisiyan û bi hawarê çûn bang li yekîneyên agirkujê kirin. Heta ku welatiyan û yekîneyên agirkujê mudaxaleyî agir kirin û agir vemirandin, dayik û 3 zarokên xwe ji ber dûxanê fetisîn û jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê cenazeyên dayik û 3 zarokan rakirin morga nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hat diyar kirin ku piştî otopsiyê cenaze şandin Amedê. Tê payin ku piştî otopsiyê cenazeyan li Şemrexê defin bikin.    Hat diyar kirin ku bav Yunus Tur ji ber bi şev li Fabrîqeya Etî Bakir kar dikir ne li malê bû.