Temellî: Şewata mirovan şerma vî welatî ye 2020-02-09 11:30:12   WAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, geşedanên li Tirkiye şiband Guernîce Pîcassoyê û wiha got: "Ger ku mirov dibêjin 'Zarok birçî ne' û xwe dişewitînin şerma vî welatî ye. Divê em dawî li van êşan bînin.    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, têkildarî şewata mirovan ên ji ber xizanî, qeyrana aborî, betalî, bê hiqûqî û siyasî bedena xwe bidin ber agir û dawî li jiyana xwe bînin nirxandin kir. Temellî, anî ziman ku felaketa herî mezin a hatiye serê Tirkiyeyê îqtîdara AKP'ê ye û wiha got: "Ev îqtîdar roj bi roj bêtir xizanî û qeyrana aborî kûr dike. Roj bi roj betalî zêde dibe. Îqtîdara AKP'ê hemû amûr û alavên ku aştiya nava civakê ava dike hildiweşîne. Cudakariyê kûr dike. Vê îqtîdarê dînamêt xist bin hemû bingeha civakbûnê û hilweşand. Hiqûq, eborî û siyaset têk bir. Ev wêne di her qadê de heye. Li dijî gel, jin, civak, kedkar û karkeran şerekî pir dijwar heye. Geşedanên li vi welatî pêş dikevin dişibe Guernîca ya Picassoyê. Hin caran bi tofanên aşûtê, hin caran bi erdhejan, hin caran bi şerê li dijî Efrînê, hin caran bi bombekirina Cizîrê xwe dide der. Li dijî hemû beşên civakê şerekî bi tevahî heye. Ev êrîş wêneyên li Tirkiyeyê nişan didin."    Temellî, da zanîn ku ji bo dawî li êrîşên li dijî civak, gel, jin û jiyanê bê, divê Tirkiye xwe ji îqtîdara AKP'ê rizgar bike û wiha axivî: "Divê em pargalek nû ava bikin. Banga me ya îtîfaqa Demokrasiyê jî ev e. Ji ber vê yekê em dibêjin pêwist e demokrasiya herêmî bê xurtkirin. Tenê bi hemûna parlamento pirsgirêk çareser nabe. Me ev parlamento berê jî dîtin ku nabe çareserî. Ji ber vê yekê em di demokrasiya herêmî de israr dikin. Ger ku demokrasiya herêmî pêş bikeve dê qeyrana aborî bi dawî bibe û êdî kes xwe nakuje. Wê demê mirov xwe naşewitînin. Wê demê li bajaran zarok birçî ranazên. Ger ku mirov dibêjin 'Zarok birçî ne' û xwe dişewitînin, ev şerma vî welatî ye. Ger ku miroav ji birçîna xwe dişewitînin, ev şerma wî bajarî ye. Ev pirsgirêka rêveberiya wî bajarî û wî  welatî ye. Divê em dawî li vê yekê bînin.    Temellî, xwest her kes li dijî vê îqtîdarê têkoşînek topyekun bimeşîne û wiha bi dawî kir: "Dema em li wêneyê Tirkiyeyê dinerin em li her derê heman dîmenan dibînin. Li her derê zilm heye. Li girtîgehan, li salonên dadgehan, li dibistanan û li her qadê jiyanê heman zilm heye. Tevahiya vê zilmê berhemê vê hişmend8iya îqtîdarê ye. Çima vê pergalê ew qas dirêj ajot. Ger ku mirov birçî, mexdûr bin. Ger ku mirov ew qas ji canê xwe aciz bûbin û xwe dişewitînin, çawa dibe ev pergal hêj li ser piyan e? "Hemû çavkaniyên vî welatî firotin. Welat xistin bin deynan. Nelirêtî, talanî pêş xistin. Zengîn bêtir zengîn, xizan bêtir xizan kirin. Çada dibe ku ev welat bi temamî ket bin tecrîdê. Çawa bu ku ew qas zilm û zext zêde bûn. Divê ev baş ê analîzkirin. Ev bi polîtîkayên cudakariyê û polîtîkayên dijminantiya Kurdan pêş dikeve. Civak anîn hemberî hev. Îqtîdar 18 salin civakê perçe dike û berperiyê pêş dixe. Civakê her dem dixin nava şer."    MA / Adnan Bilen