Hediye Levent: Tirkiye bi Sûriyeyê re têkeve şer dê bi tenê bimîne 2020-02-09 10:27:14   STENBOL - Rojnameger Hediye Levent, diyar kir ku ku piştî Idlibê dê bixwazin Tirkiye ji bajarên din ên Sûriyeyê jî derkeve û wiha got: "Ji ber vê yekê Tirkiye di mayîna li Idlibê de israr dike. Eger Tirkiye bi artêşa Sûriyeyeyê re têkeve şer, tê bi tenê bimîne."    Li bajarê Idlibê yê Sûriyeyê şerê di nava komên çekdar Heyet Tehrir El Şam (HTŞ/El Nusra) ên Tirkiye piştgiriyê dide wan û artêşa Sûriyeyê de didome. Di civîna Astana ya ku Tirkiye, Îran û Rûsya beşdar bûbûn û civîna Socî ya 22'ê Cotmeha 2019’an de biryar hatibu girtin ku Tirkiye komên çekdar vekişîne ser sînor. Li gorî peymanê Tirkiye nokteyên TSK'ê li ser sînorê Salwa, Qela Saman, Çiyayê Aqil, Til Eys, Til Tûqan, Surman, Anedan, Zeytûna, Morek, Raşidîn, Zawiye û Iştebraxê avakirin. Di peyman û mutabakatan de ji Tirkiye hat xwestin ku van komên çekdar bi sînor û kontrol bike. Lê ji ber Tirkiye erka xwe pêk neanî, Artêşa Rejîma Sûriye bi piştgiriya Rûsya operasyon da destpêkirin. Piştî operasyonê şerê di nava komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê û Artêşa Rejîna Sûriyeyê de didome. Piştî şer gur bû, Tirkiye di 2'ê Sibatê de bi karwanek mezin esker sewqî Idlibê kir. Piştî sewqîyatê rejîma Sûriye êrîş kir û 8 eskerên Tirkiye kuştin. Ev yek bêtir bû sedema rageşiyê. Li gel daxuyaniyên Hikûmeta Tirkiyeyê jî rejîm operasyonên xwe berdewam dike. Di 6'ê Sibatê de navçeya Saraqib (Serakib) ku li ser Rêya M5'an de ket destê rejêmê. Piştî rejîmê operasyonên xwe berdewam kirin û pêşve çû, Tirkiye jî sewqîyata eskerî ya li herêmê zêde kir. Piştî rageşî zêde bû di 8'ê Sibatê de heyetek ji Rûsya hat û li Enqereyê bi rayedaran re hevdîtin kirin.    Têkildarî geşedanên li Idlibê pêş dikevin Rojnameger Hediye Levent, ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxand.    Levend, anî ziman ku Artêşa Sûriyeyê 2 salin bi piştgiriya Rûsya li dijî Idlibê operasyonan li dar dixe û wiha got: "Di sala dawî de operasyon zêde kirin. Niha derbasî merhaleyek nû bûne. Li Idlibê pêşketinên eskerî û siyasî girêdayî hev in. Di pêvajoyên Astana û Soçî de operasyonên eskerî yên li Idlibê dem bi dem hatin rawestandin. Bi van operasyonên dawî rêveberiyên Rusya, Îran û Şamê aşkere kirin ku dest ji Idlibê bernadin. Di peymanên Astana û Soçî de xala sereke ew bû ku tevahiya axa Sûriyeyê bê parastin. Tirkiye jî ev yek qebûl kiribû. Rusya û Suriye, gelek caran aşkere kir ku li Idlibê komên çekdar ê cîhadîst qebûl nakin. Dîsa têkildarî komên ku TSK piştgiriyê dide wan nerazibûnên xwe anîn ziman. Ji ber vê yekê geşedanên ku Îro li Idlibê pêş dikeve mirov şaş namîne. Piştî Tirkiye esker sewqî Idlibê kirin dibe ku dem bi dem şer pêş bikeve. Ev jî nîşaneya şer e. Ger ku Tirkiye bi artêşa Sûriye re têkeve nava şer wê li herêmê bi tenê bimîne. Lê dîsa geşedanên eskerî yên li Idlibê bi geşedanên siyasî ve girêdayî ye. Komên çekdar ên cîhadîst dime ku di demên pêş de bibin belayê serê Tirkiyeyê. Divê Tirkiye polîtîkayên xwe yên li derve li ser esasekî xurt ava bike."     Levend, bal kişand ser heyeta Rûsya ya li Enqereyê hevdîtin kir û wiha got: "Armanca vê hevdîtinê ewe ku rageşiya li Idlibê kêm bike ye. Dibe ku ji Tirkiye bixwazin xwe ji rêyên bejayî yên M4 û M5 vekişîne. Piştî Tirkiye ji Idlibê derxin dê dor bê herêmên din jî. Têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsya de pir hatine guhertin. Rageşî zêde bûye. Daxuyaniyên Tirkiye pir hişk in. Dîsa Rûsya der barê Tirkiye de sucdariyên giran dike. Di encamê de Idlib bajarê Sûriye ye. Ji bo Sûriye pir girîng e. Ger ku TSK ji Idlibê vekişe, wê bixwazin ku TSK ji herêmên din jî vekişe. Dê bixwazin ku Tirkiye ji Efrin, El Bab û Rojhilatê Firatê jî xwe vekişîne. Ji ber vê yekê Tirkiye ji bo li Idibê bimîne dê serî li hemû rê û rêbazan bide.    MA / Nacî Kaya