Li Wanê 13 penaber qerizîn û mirin 2020-02-09 09:21:26   WAN - Li navçeya Ebexe ya Wanê 13 penaber qerizîn û mirin.    Li Taxa Sariçîmen a Navçeya Ebexe ya Wanê, 13 penaber li çiyê ji serma qerizîn û jiyana xwe ji dest dan. Li gorî nûçeya Havar a herêmî ya Wanê, 13 penaberên ku sînor derbas kirin ji serma qerizîn û jiyana xwe ji dest dan. Hat diyar kirin ku 10 penaber ji Afganistan û 3 penaber jî ji Kobanê ne.