Xwest ên gor çêkirin û dan çêkirin tevan ceza bikin 2020-02-09 09:06:20   EDENE - Li Edeneyê hosteyên ku kêlikên goran çê dikin hatibûn îxbarkirin. Dozger, xwest bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hosteyên goran 4 caran û 3 ferdên malbatê jî carekê bên cezakirin.    Di 10'ê Çileya 2018'an de der barê kêlikên hin gorên li Goristana Kuçukoba ya navçeya Seyhan a Edeneyê de li Navenda Ragihandinê ya Serokwezîrtiyê (BÎMER) îxbarek hatibû kirin. Piştî vê îxbarê der barê malbatên Ozgur Erten, Azad Çakar û Bedreddîn Akdenîz û hosteyên goran Î.V. û U.V. de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Danişîna dozê ya dudoyan di 6'ê Sibatê de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Edeneyê hat lidarxistin. Bavê Ozgur Erten Abdulhakîm Erten, parêzer û hin şahid tev li danişînê bûn.    Di danişînê de Abdûlhekîm Erten, tiştên pê tê tawanbarkirin red kirin û xwest bê beraatkirin. Şahidan jî got, wêne û neqşên li ser goran, ne malbatan gorkeran çê kiriye.    Meqama îdiayê jî mutalaaya xwe da ber heyeta dadgehê. Dozger, wêneyên li ser kêlikên gorên Yilmaz Gumuş, Ozgr Erten, Azad Çakar û Bedreddîn Akdenîz wekî "propagandaya rêxistinê" nirxand. Dozger, di mutalaayê de ji bo gorker Î.V. û U.V. got, "alîkariya ji bo propagandaya rêxistinê" kirine û xwest ji bo her kêlikeke gorekê bên cezakirin.    Her wiha meqama îdiayê wêneyên li ser goran jî sûc hesibandin û ji bo vê xwest ferdên malbatê jî bi "propagandaya rêxistinê" bên cezakirin.    Heyeta dadgehê jî ji bo parastina parêzeran danişîn taloq kir.   'NE SÛC E'    Parêzerê malbatan û gorkeran Tûgay Bek, anî ziman ku îbareya li ser goran çi dibe bila bibe ne sûc e û got, ne mimkun e ku mirov van îbareyan wekî fealiyetên rêxistinê qebûl bike. Bek, destnîşan kir ku malbatan bi vî awayî xwestiye bîrhatiyên zarokên xwe yad bikin û ev bi tu awayî ne sûc e. Bek, anî ziman ku bi vî awayî careke din malbat hatine mexdûrkirin û got: Hêvîdar im wê dadgeh dev ji vê şaşiyê berde û ji bo malbatan û gorkeran biryara beraatê bide".    MA / Hamdûllah Kesen