Piştî nerazîbûna ji bo lêgerînê cezayê hucreyê hat betalkirin 2020-02-09 09:05:30   OSMANIYE - Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Osmaniyeyê, piştî girtiyekî nerazîbûn û bertekên xwe yên ji bo lêgerînên li ser hev du dihatin kirin nîşan dan, cezayê dîsîplînê hat betalkirin.    Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Osmaniyeyê, di 19'ê Kanûna 2019'an de gava girtiyê bi navê Mahsûn Çay ji bo ewraqên doza wî birine odeya komputerê, gardiyanan ew derb kiriye. Ji ber ku Çay di dema lêgerînê de li ber gardiyanan rabûye hatiye derbkirin û ji ber vê der barê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Desteya Dîsîplînê ya Girtîgehê jî mehek cezayê hucreyê li Çay biriye. Çay jî bi rêya parêzerê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê li Dadgeriya Înfazê ya Osmaniyeyê îtiraz dike. Hakimliği'ne cezaya itiraz etti.    Çay, di îfadeya xwe de diyar kiriye ku bi awayekî kêfî ser wî kontrol kirine û di dema lêgerînê de gardiyanan ew derb kiriye û gef lê xwarine. Çay, di îfadeya xwe de aniye ziman ku îdarey girtîgehê bûyerê manîpule dike û gotiye: "Roja bûyerê ez ê biçûma odeya komputerê. Gava çûm, gardiyanan xwest ez pêlava xwe ji pê bikim. Min û gardiyanekî me yê li odeya komputerê CD'ê kontrol bikirana. Ez û gardiyanan bi hev re di odeyê de bûn. Lêgava derketim dîsa ji min re gotin pêlava xwe ji pê bike. Min dîsa ji pê kir. Paşê min birin qawîşê. Li vira dîsa xwestin ez pêlava xwe ji pê bikim. Gava ev tişt diqewimin gardiyan li cem min bûn. Yanî ne mimkin e ku tiştekî têxim hundirê pêlava xwe. Gava min got, tişta hûn dikin kêfî ye, xwestin devê min bigirin. Li paşka stuyê min û derdora devê min şûna tiliyên wan çê bûn. Çûm cem bijîşkê girtîgehê, lê rapor neda min. Heta li ser çavê min şûna nenûkan jî hebû. Gava gardiyanê bi navê G. ez birim odeyekê gef li min xwarin, got 'Heger ez careke din te li van deran bibînim ez ê te bikujim, te daliqînim'. Sixêf kirin. Giliyê bijîşkê girtîgehê û gardiyan G. dikim. Ez dixwazim cezayê min ê dîsîplînê bê betalkirin".    CEZA HAT BETALKIRIN    Dadgeriya Înfazê îtiraza Çay qebûl kir û biryar da ku cezayê dîsîplînê bê betalkirin.    Parêzerê Çay, anî ziman ku awayê lêgerînê dane ber înîsyatîfa gardiyanan û got, di dema lêgerînê de rûmeta mirovan tê paşguhkirin. Parêzer anî ziman ku lêgerînên tên kirin kêfî ne û got: "Rabûna li ber muameleyên kêfî heq e".