Kaya yê ji bin aşûtê filitî: Tevdîr nehatibûn girtin 2020-02-09 09:04:48   WAN - Mîkaîl Kaya ku di aşûta li Miksê de xwarziyê wî Mûrat Kapagan û apê wî Mûzaffer Kaya jiyana xwe ji dest dan û ew jî birîndar bû got: "Ji ber îhmalkariyê ev qas kes mirin. Dikaribûn hin tevdîran bigirin, ji bo sivîl neçin qada bûyerê. Me dizanibû tê de mirin heye, dîsa em çûn."    Li Miksa Wan ê, di 4'ê Sibatê de aşûtek çê bû û di 5'ê Sibatê de jî yek çê bû. Di her du aşûtan de 41 kesî jiyana xwe ji dest dabû û bi dehan kes jî birîndar bûbûn. Mîkaîl Kaya ku tevî birayê xwe Salîh Kaya bi birîndarî ji aşûta dudoyan filitî, behsa tiştên qewimîn kirin. Kaya, anî ziman ku qederekê di bin berfê de maye û got, ji ber îhmalkariyê ev qas mirov mirin.    ‘BÊHNA MIN DERNEDIKET'    Kaya ku di aşûta ewil de xwarzîkê wî Mûrat Kapagan û di ya dudoyan de jî apê wî Mûzaffer Kaya jiyana xwe ji dest dan, anî ziman ku gava pê hesiyane aşût çê bûye, tevî birayê xwe Salîh û apê xwe Mûzaffer çûne herêma aşût lê çê bûye. Kaya, diyar kir ku di 5'ê Sibatê saet di 12.002an de gihîştine cihê bûyerê û got, gava li cihê bûyerê li be ragirê hatibû vêxistin xwe germ dikirin dîsa aşût çê bûye.    Kaya, got: "Ji ber firotne û mijê kesî tiştek endidît. Wê kêliyê aşût çê bû. Ji bîr ve çûm. Lê min hîs kir ku ber bi jêrê ve dişemitim. Di bin berfê de ji bo bêhna xwe bistînim min berfa li ber devê xwe paqij dikirin. Lê bêfê de bû. Çimkî bêhnstendin pir zehmet bû. Nayê bîa min kî ez ji wir derxistime. Aşûtê, wesayîtên eskeran û kemmçe û em dan ber xwe birin. Xumîniyeke wisa hebû ku nayê  pênasekirin. Hîn jî ew şoq li ser min e. Gava bi ser hişê xwe ve hatim, min di bin berfê de destên mirovan didîtin."    ‘HÊ JÎ TÊ XEWNA MIN'    Kaya, anî ziman ku apê wî Mûzaffer Kaya jî li cem wî bûye û got: "Apê min li cem min jiyana xwe ji dest da. Parxanê min ê rastê şikiyaye. Birayê min jî jis erî trawma derbas kiriye. Di bin aşûtê de mirov lis er dilê hev bûn. Hin jê ji bîr ve çûbûn, hin jê jî miribûn. ev tişt her şev tên bîra min. Bi şev nikarim razêm."     Kaya, destnîşan kir ku li herêmê makîneyên karî dixebitîn û mirovên sivîl nehatine hişyarkirin û got: "Ji ber îhmalkariyê ev qas mirov jiyana xwe ji dest dan. Dikaribûn tevdîran bigirin, ji bo sivîl neçin cihê bûyerê. Ma zanibû tê de mirin heye lê dîsa jî em çûn. Ji malbata min 9 kes di bin aşûtê de man. Heger ew jî bimirana îjar me yê çi bikira?"   MA / Yûnûs Dûman