Keşîş Bîleçen bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' tê sûcdarkirin 2020-02-09 09:04:05   MÊRDÎN - Keşîş Sefer (Aho) Bîleçen, di 10'ê Çileyê de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hatibû girtin û di 14'ê Çileyê de jî hatibû berdan. Lê piştî Bîleçen hat berdan bi 2 rojan îdianameya wî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye amadekirin.    Li Nisêbîna Mêrdînê Keşîşê Keşîşxaneya Mor Yaqûbê Sefer (Aho) Bîleçen jî di nav de 10 kes di 9'ê Çileyê de hatibûn binçavkirin. Paşê Bîleçen, di 10'ê Çileyê de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hatibû girtin. Girtina Bîleçen bûbû sedema nerazîbûna û piştî îtiraza parêzerên wî di 14'ê Çileyê de hatibû berdan.    Lê belê hat hînbûn ku îdianameya Bîleçen piştî berdana wî bi 2 rojan yanî di 16'ê Çileyê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrdînê jî di 20'ê Çileyê de qebûl kiriye.    Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku di 28'ê Îlona 2018'an de, li ser îxbareke ku 6 HPG'î li herêma gundê Badîbe yê Nisêbînê ne, Amûrên Bêmirov ên Hewayî (SÎHA) jî ketine şopa wan û HPG'î heta 30'yê Îlona 2018'an li keşîşxaneyê xwe veşartine. Di îdianmeyê de tê gotin ku piştî bûyerê bi salekê yanî di 27'ê Îlona 2019'an de Mujdat S.'yê HPG'î teslîm bûye û di îfadeya xwe de gotiye Keşîş Bîleçen erzaq daye wan. Rahîp Bîleçen jî di îfadeya xwe de ev yek red nekiriye û gotiye, wî nizanibûye ên hatine endamên rêxistinê bûne.   Her wiha Bîleçen gotibû, li gor dînê pê bawer e diviya alîkarî bikirana û dîsa li gor dînê pê bawer e nikaribûye kesên hatine îxbara bikirana.    Danişîna ewil a dozê dê di 19'ê Adara 2020'an de bê lidarxistin.    MA / Ahmet Kanbal