Girtiyê nayê tedawîkirin hindik maye kor bibe 2020-02-09 09:03:32   ENQERE - Li Girtîgeha Tîpa F a Bafra ya Samsûnê, ji ber ku çavê Adem Dûrmûş nayê tedawîkirin hindik maye kor bibe.    Li Girtîgeha Tîpa F a Bafra ya Samsûnê, ji ber ku çavê girtî Adem Dûrmûş nayê tedawîkirin hindik maye kor bibe. Birayê wî Guven Dûrmûş got, birayê wî nayê tedawîkirin. Guven Dûrmûş, anî ziman ku ji ber çav birayê wî radikin Nexweşxaneya Zanîngeha Samsûnê û li nexweşxaneyê tê gotin ku ewrê tarî ketiye ser çavê wî û divê bê emeliyatkirin. Dûrmûş, got: "Berî ku birayê min bê girtin ji çavê xwe yê rastê emeliyat bûbû. Lê belê bijîşk ji birayê min re dibêje merceka wan cuda ye, ji bo çavê wî yê din mercek li cem wan tuneye û wê her du çavên wî cuda bin. Birayê min jî qebûl nake. Dixwaze ew mercekê bikire, lê belê bijîşk jî dibêje 'ji xeynî amûrên li nexweşxaneyê amûrên ji derve qebûl nakim'. Ji ber vê birayê min jî emeliyatê qebûl nake."    SAL Û NÎVEK ŞÛNDE WÎ SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ DIKIN    Dûrmûş, anî ziman ku paşê birayê wî dixwaze wî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Samsûnê bikin, lê belê sal û nîvek şûnde wî dişînin nexweşxaneyê. Bijîşkê nexweşxaneya dewletê dibêje, 'Merceka li gor çavê rastê li cem me heye. Çima bijîşk te emeliyat nekiriye, hê jî min fam nekiriye'. Dûrmûş, got: "Piştî tetkîkan vê carê jî diyar dibe ku çavê wî yê çepê jî ne baş e û bijîşk dibêje emeliyata wê emeliyateke talûke ye. Li ser vê birayê min careke din emeliyatê red dike. Niha çavê wî yê çepê baş nabîne û nayê tedawîkirin."    ‘BIRA BÊ TEDAWÎKIRIN'    Dûrmûş, xwest birayê wî bê emeliyatkirin û got: "Hindik maye çavê birayê min kor bibe. Niha çavê wî şêlû dibîne. Bang li Wezareta Dadê dikim, bira birayê min bê tedawîkirin. Madem mirov tên girtin nexwe divê bên tedawîkirin jî."    MA / Brîvan Altan