Doz li 30 kesên tev li çalakiya şermezarkirina qeyûman bûn hat vekirin 2020-02-09 09:02:50   ENQERE – Der barê 30 kesên ku tayinkirina qeyûman şermezar kiribûn de doz hat vekirin.    Li Enqereyê di 5'ê Îlona 2019'an de ji bo şermezarkirina tayinkirina qeyûman çalakiyek hatibû lidarxistin. Dozgeriya Sûcên Çapemeniyê ya Enqereyê der barê 30 kesên tev li çalakiyê bûbûn bi hinceta "muxalefeta ji bo civîn û xwepêşandana ya qanûna jimare 2911'an" îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Asliye ya 10'an a Enqereyê jî îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de ji çalakiya navbirî ku walîtiyê destûr dabû hatiye gotin ku dijî qanûnê ye.    Dozgeriyê di îdinameyê de xwestiye ku li 30 kesên tev li çalakiyê bûne ji sal û 6 mehan heta 3 salan ceza bê birîn.   Danişîna ewil a dozê wê di 15'ê Nîsanê de bê lidarxistin.