Civînên ÎMO’yê êdî bi kurdî ne 2020-02-09 09:01:19     AMED - Endamê Rêveberiya ÎMO’yê Ronî Sariyildiz derbarê Tora Ziman û Çanda Kurdî de diyar kir ku ziman hebûna mirov e û got: “Me bîryar girt ku kesekî zimanê kurdî nizanibe nikare bikeve rêveberiya odeyê. Piştî komcivîna torê em civînên xwe bi kurdî li dar dixin."    Endamê Rêveberiya Odeya Endezyarên Avahiyê (ÎMO) û endamê Desteya Rêveber a Tora Ziman û Çanda Kurdî Ronî Sariyildiz têkildarî Torê nirxandin kirin. Sariyildiz, diyar kir ku miletek bi zimanê xwe tê nasîn û wiha got: “Dema em bêjin em kurd in, divê em bi kurdî biaxivin. Ruhê kurdayetiyê bi zimanê kurdî heye. Ji ber wê referansa herî muhîm zimanê me ye.” Sariyildiz, anî ziman ku ji ber polîtîkayên dewletê û serdestan ziman di rewşeke xetere de ye û wiha axivî: “Li Amedê êdî kurdî nayê axaftin. Li tevahî bajarên Kurdistanê heman rewş heye. Li kolana, di nav mala de kurdî nayê axaftin û hêdî hêdî tê ji bîr kirin. Ji bo em pêşiya vê xetereyê bigirin ne tenê odeyên pîşeyî tevahî sazî, partî, rewşenbîr, nivîskar û gelê me divê em çi bikin."    ‘DANÛSTANDINÊN ME MIXABIN BI TIRKÎ NE’   Sariyildiz, anî ziman ku wek odeyên pişeyî dikarin di nav endamên xwe de kurdî bidin hez kirin û wiha berdewam kir: “Mixabin danûstandinên me hemû bi tirkî ne. Em ji bo vê dikarin çi bikin? Ji bo ku danûstandin, têkilî, kar û xebatên me bi kurdî bin em dikarin çi bikin? Wek TMMOB’ê me Ferhenga Zaravayên Teknîkî  û Fasîkulên Termên Teknîkî amadekir. Lê divê em bikin ku endamên me van bikarbînin. Ji ber wê yekê em di bin banê odeyên xwe de dikarin qursa bidin. Divê em ajans û qanalên kurdî bişopînin. Em xebat, civîn û komcîvînên xwe bi kurdî li dar bixin. Heta niha me civîn bi tirkî li dar dixistin.”    ‘EM Ê BIXWAZIN BI KURDÎ Û TIRKÎ MATERYALAN ÇAP BIKIN’   Sariyildiz, da zanîn ku di du mehên pêş de hilbijartinên wan yên odeyê hene û wiha axivî: "Li Enqereyê jî hilbijartinên me yên giştî hene. Li wir em ê bixwazin ku li bajarên Kurdistanê materyalên xwe bi tirkî û kurdî çap bikin.” Sariyildiz, dest nîşan kir ku wek maseya odeyên pişeyî biryarek girtin lijneyekê ava bikin ku kordînasyona ode û saziyên pîşeyî ser zimanê kurdî bike û wiha domand: “Di nava odeyên me de saziyên ziman hene. Em ê bi wan re di nav avahiyên xwe de kursên kurdî  bidin, xebatên xwe bi kurdî bimeşînin, em dê hemu civînên xwe bi kurdî li dar bixin. Disa bo ku zimanê kurdî geş bibe û eleqeya wê zêde bibe em dikarin wek şanoyê, lîstika, muzîkê di bin banê saziyên xwe de li dar bixin. Li Amedê em bangî tevahî odeyên xwe dikin  xebatên çandî û wêjeyî bimeşînin. Wek kesekî kurd erka me teva ye ku em kurdi peş bixin. Niha rêveberiyên sazî, sendîka û odeyên me tên guhertin lê  têkiliyên me didomin.”   ‘DIVÊ HIŞMENDÎ BI KURDÎ BE’   Sariyildiz, destnîşan kir ku bîryar girtine kesekî zimanê kurdî nizanibe nikare bikeve nav rêveberiya odeyê û wiha got: “Divê hişmendiya wî ya bi kurdî hebe. Civînên me êdî bi kurdî ne. Me bi tirkî civîn li dar dixistin lê  piştî komcivîna Torê em civînên xwe bi kurdî dikin. Wekî din çend odeyên pîşeyî me di navbera xwe de bîryarek stand ku em endamên xwe bibin şanoya kurdî. Ji bo lijneya zimanê kurdî em bi hevalên me yên ku nû dikevin di rêveberiya de jî di têkiliyê de ne.” Sariyildiz, bilêv kir ku wek lijneya Torê piştî komxebatê civînek pêk anîn, rêzikname amadekirin û mehane civînên xwe pêk tinin.    ‘KURDÎ ME DIKE KURD'    Sariyildiz, herî dawî wiha axivî: “Evqas berdêl û keda salan ji bo hebûna gelê me ye. Hebûna gel girêdayî zimanê wî ye. Kurd divê bi Kurdî bi axivin. Kurdî me dike kurd. Ji ber vê yekê divê miletê me di wê hişmendiyê de be. Kurdayetiyeke bê ziman nabe. Her kurdek divê ji bo parastin û pêşxistina ziman rola xwe bilîze."    MA / Fahrettîn Kiliç