ROJEVA 9'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-09 09:00:23   * Endamê Rêveberiya ÎMO’yê Ronî Sariyildiz derbarê Tora Ziman û Çanda Kurdî de diyar kir ku ziman hebûna mirov e û wiha got: “ Me bîryar girt ku kesekî ku zimanê kurdî nizane nikare bikeve nav rêveberiya odeyê.  Piştî komcivîna Torê me civînên xwe bi kurdî li dar xist."    * Par di meha Mijdarê de hatibû gotin ku dê tazmînatên karkerên madenê bê dayîn. Karkerê Kargeha Komirê ya Somayê Ercan Çetîn, diyar kir ku Kargeha Komirê ya Tirkiyeyê (TKÎ) tazmînata wan kêm daye û got, mafê me hatiye xespkirin.    * Rojnameger Hediye Levent, diyar kir ku ku piştî Idlibê dê bixwazin Tirkiye ji bajarên din ên Sûriyeyê jî derkeve û wiha got: "Ji ber vê yekê Tirkiye di mayîna li Idlibê de israr dike. Eger Tirkiye bi artêşa Sûriyeyeyê re têkeve şer, tê bi tenê bimîne."    * Der barê 30 kesên ku tayinkirina qeyûman şermezar kiribûn de doz hat vekirin.    * Li Girtîgeha Tîpa F a Bafra ya Samsûnê, ji ber ku çavê Adem Dûrmûş nayê tedawîkirin hindik maye kor bibe.    * Keşîş Sefer (Aho) Bîleçen, di 10'ê Çileyê de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hatibû girtin û di 14'ê Çileyê de jî hatibû berdan. Lê belê piştî Bîleçen hat berdan bi 2 rojan îdianameya wî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye amadekirin.    * Mîkaîl Kaya ku di aşûta li Miksê de xwarzîkê wî Mûrat Kapagan û apê wî Mûzaffer Kaya jiyana xwe ji dest dabûn û ew jî birîndar bûbû, got: "Ji ber îhmalkariyê ev qas kes mirin. Dikaribûn hin tevdîran bigirin, ji bo sivîl neçin qada bûyerê. Me dizanibû tê de mirin heye, dîsa em çûn".    * Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Osmaniyeyê, piştî girtiyekî nerazîbûn û bertekên xwe yên ji bo lêgerînên li ser hev du dihatin kirin nîşan dan, cezayê dîsîplînê hat betalkirin.    * Li Edeneyê hosteyên ku kêlikên goran çê dikin hatibûn îxbarkirin. Dozger, xwest bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hosteyên goran 4 caran û 3 ferdên malbatê jî carekê bên cezakirin.    * Her diçe rageşiya li Îdlîbê zêdetir dibe. Niha tenê komên girêdayî El Qaîdeyê û bermayiyên DAIŞ'ê mane. Tişta bûye cihê meraqê jî ew e ku piştî Îdlîb ji dest van koman bê girtin, wê ev komên çekdar bi ku ve biçin.    * Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Dîlokê dê 5'emîn kongreya xwe ya asayî li dar bixe. (11.00)   * Meclîsa Jinan dê bi dirûşmeya "Tu dê tu carî bi tenê nemeşe" civîna jinên Tirkiyeyê li Navenda çanda Mustafa Kemal a li Beşiktaş a Stenbolê li dar bixin. (13.00)   * Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiye (OHD) ya Enqereyê dê 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Odeya Endezyarên Jeolojiyê li dar bixin. (13.00)   * Dildarên Têkoşîna Rêxistina 10'ê Cotmehê, ji bo kesên di komkujiya GAR'ê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr bîne dê li Parka Kugulu daxuyaniyê bidin. (13.00)   * Rêxistina Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP)  ya Amedê dê li Şaxa 1'emîn a Egîtîm Sen a Amedê panela şer û kirîza aborî lidar bixin (13.00)   * Baroya Amedê, ÎHD, Odeya Tabîban, TÎHV, Înîsiyatifa Heq, KESK û TMMOB, dê têkildarî darizandina Hevşaredarê Amedê Selçuk Mızrakli, li pêş Navenda Alîkariya Edlî ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)