Tê gotin li Erziromê eskeran gundî îşkence kirine 2020-02-08 22:45:02 ERZIROM- Tê gotin eskerên ku danê sibehê avêtin ser gundê Çawûşê yê navçeya Qereyazî ya Erziromê, gundî îşkence kirine.    Tê gotin eskerên ku danê sibehê avêtin ser gundê Çawûşê yê navçeya Qereyazî ya Erziromê, gundî îşkence kirine. Eskeran danê sibehê bi wesayîtên zirxî gund dorpêç kirine. Tê îdiakirin gava Omer Oranê PKK'yî yê bernavê Baran reviyaye hatiye kuştin û piştî vê avêtine ser gelek malan.    Li gor îdiaya çavkaniyên herêmî, eskerên avêtine ser malekê şêniyên malê Îrfan Arslan, Şevîn Arslan û Halîs Arslan binçav kirine. Tê gotin, di dema binçavkirinê de Îrfan Arlsan bi awayekî dijwar hatiye îşkencekirin û ji ber vê pêşî wî rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyaziyê û paşê jî wî sewqî Erziromê kirine.    Nehat hînbûn gundiyên hatine binçavkirin birine kuderê.