Li bajarên herêmê barîna berfê zêde bû 2020-02-08 16:20:18 AMED/DERSIM - Li herême barîna berfê zêde dibe û li Dersimê rêyên 176 gundan hatin girtin.    Li herêmê barîna berfê zêde dibe û li bajarên mîna Amed, Mêrdîn, Şirnex, Sêrt û Êlih û Dersimê ji ber berfê rêyên gelek gundan hatin girtin.    DERSIM   Hat diyarkirin ku navend jî di nav de li gelek deverên navçeyên Dersimê bi qasî 2 metreyan berf beriyaye û li cihên bilind jî bi qasî 4 metreyan berf ketiye. Heta niha ji berfa zêde rêyên 176 gundan ji çûn û hatinê re hatine girtin.    Her wiha rêyên Erzîngan û Xarpêtê yên ku diçin Dersimê jî çûn û hatin bi kontrol didome.    AMED   Li navenda Amedê jî di saetên nîvro de hinek berf bariya û paşê berf wergeriya baranê. Hat hînbûn ku dê li navend û navçeyên Amedê barîna berfê bidome û germ 2-3 pîle kêm bibe.    15'emîn Miduriyeta Herêmê ya Meteorolojiyê, diyar kir ku tê texmînkirin li navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê berfeke zêde bibare û ji bo talûkeya qeşemgirtin û aşûtê welatiyan hişyar kir.