Temellî: Di felaketa aşûtê de xemsarî, xeta û sûc heye 2020-02-08 15:46:46 WAN – Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî yê ji bo felaketa aşûtê çû Wanê û serdanan pêk tîne got: “Di felaketa aşûtê de xemsarî, xeta û sûcek mezin heye.”  Li ser rêya navçeya Miksê ya Wanê aşûtê rû dabû û 41 kesan jiyana xwe ji dest da û 84 kes jî birîndar bûbûn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ku di heman demê de parlamenterê Wanê ye ji bo felaketa qewimî çû Wanê û 3 roj in lêkolînan û serdanan pêk tîne. Temellî derbarê felaketê de ji ajansa me re axivî.    ‘QEY NIKARIN TEDBÎRAN BIGIRIN?’    Temellî diyar kir ku çend roj in li Wanê lêkolînan û serdanên malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane dikin û got: “Li vir hem hêrs û hem jî êş mezin e. Belê rast e aşût bobelatek xwezayî ye. Lê li vê herêmê her tim rû dide. Bi taybetî li herêma Miksê cihê aşûtê ye. Tevî vê yekê jî heta îro çareyek ji vê meseleyê re nehatiye dîtin. Bi salane xemsarî li vir heye. Ji meseleyê re çareserî ne hilberandin e. Li vê herêmê her sal aşût pêk tê lê tevî van rîskan jî tenê çareseriyek nehatiye lêpêşxistin. Gelek rêbaz hene ku tedbîrê aşûtê bigire. Ya herî guncav jî gêdûkên berfê ne. Çima van çênakin? Qey nikaribûn li vê herêmê tedbîrên xurt bigirin?”    'XEMSARIYEK MEZIN HEYE’    Temellî destnîşan kir ku bi taybetî di aştûta duyemîn a li Miksê pêk hat de xemsariyek mezin heye û wiha got: “Di encama vê xemsariyê de însanan jiyana xwe ji dest da. Divê piştû rûdana aşûta pêşî tedbîr bihatana girtin. Lê tedbîran negirtine. Tu tiştek nehatiye kirin. Aşûta duyem ku rû daye ne karesetek xwezayî ye. Heke hûn bêtedbîr biçin wir, tedbîran negirin û bixwazin têgihiştinek çêbikin û bibin sedemê aşûtê dê ev jî bibe sedema mirina gelek însanan. Niha li gorî agahiyên hatine ber destê me 48 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hêj di bin aşûtê de însan hene. Tê gotin ku kesek di bin aşûtê de ye. Lê me dît ku muhtemeliya hejmara miriyan zêde ye. Bi qelebalixî çûne herêma aşûtê. Deng û qerebalixiya wan li bandorê li ser pêkhatina aşûtê kiriye. Li vir bi taybetî helwestên şaş ên wezîfedarên fermî heye. Li aliyê din jî bi fikara ku têgihiştinê çê bikin heye. Ev ji aliyê her kesî vê tê zanîn. Yanî ev yek ne spekulasyon e. Her kesî rewşa li wir dîtiye û şahidiyê kirin e. Yanî ji bo ku aşûta duyem pêk neyê dikaribûne tedbîran bigirin. Pêşîlenegirtina vê yekê bi temamî qelsî ye. Xetayek rêveberiyê ye. Heta mirov dikare bêje sûc e. Teqez em ê bibin şopdarê vê yekê û dest jê bernedin.”    'JI BO DEWLEMEND BIBIN BI XEMSARÎ NÊZ DIBIN’    Temellî da zanîn ku ji boz ava û mutehît dewlemend bibin her cûre proje tên çêkirin û got: “18 sal in AKP dixwaze bi çêkirina rê, pir, nexweşxane û tiştên din li ser pêya bigire. Lê nikaribûn li Miksê pêşî li aşûtê bigirin. AKP’ê vî welatî bi nelirêtiyê, talan, xemsarî û rejîma otorîter gihand asta hilweşandinê. Di bobelata aşûtê de ev rewş baş derket holê. Em li vir di van bobelatan de dibînin ku çiqas bi ferasetek cudakarî tevdigerin. Di felaketa aşûtê de xemsarî, xeta û sûcek mezin heye. Pirsgirêka xemsarî û nebirêvebirinê heye.”