Yarici 2 meh berê jî xwestibûye întîhar bike: Soz danê lê negirtine kar 2020-02-08 15:28:55 HATAY - Kekê Adem Yarici ku duh li pêşiya Walitiya Hatayê agir berî laşê xwe da û dawî li jiyana xwe anî Şerîf Yarici, diyar kir ku birayê wî bêkar bûye û zarokên wî perîşan bûne û wiha got: "Jê re gotin em ê te bigin kar lê negirtin. Ji bo vê yekê întîhar kir." Adem Yarici, duh serê sibehê çûbû pêşiya Walitiya Hatayê û li vir piştî ku gotibû, 'Bêkar im, zarokên min li malê birçî ne û di rewşeke zor de ne' agir berî laşê xwe dabû û jiyana xwe ji dest dabû. Piştî ku li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê otopsiya wî hatibû kirin cnazeyê Yarici li Goristana Antakyayê hatibû veşartin. Malbata Yarici, têkildarî întîhara Yarici ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Kekê Yarici Şerîf Yarici, diyar kir ku birayê wî ji ber bêkariyê agir berî laşê xwe daye û wiha got: "Beriya 2 mehan hewl da li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê întîhar bike. Rayedarên şaredariyê wê demê jê re gotin ku dê wî di meha çileyê de bigirin kar, lê şaredariyê sozê xwe negirt û ew negirtin kar. Ji ber vê yekê ket tengezariyê û întîhar kir."   BERTEK NÎŞANÎ GOTINÊN AKP'Î DA   Yarici, da zanîn ku birayê wî li înşaatan karê boyaxê kiriye û ev tişt anî ziman: "Kar nedidît. Li tu cihê kar tunebû. Nedixebitî û nan nedibir mala xwe. Tiştekî ku bide zarokên xwe nema." Yarici, bertek nîşanî daxuyaniya Endama Meclisa Şaredariya Agiriyê ya AKP'î Selma Gokçe ku ji bo întîhara birayî wî gotibû, 'Erzan, gerwerziyeke siyasî' da û ev tişt got: "Birayê min ji ber pirsgirêkên aborî ket tengezariyê. Nêzikbûnên bi vî rengî qet ne rast in. Bêkar bû, nan nedidît, zarokên wî perîşan bûn. Jê re gotin ku dê wî bigirin kar lê negirtin, ji ber vê yekê întîhar kir. Di vê bûyerê de sûcê herkesî heye. Ji ber vê yekê dixwazin ser bûyerê bigirin."    XÎZANÎ BINPÊKIRINA MAFÊ MIROVAN E   Hevserokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Hatayê Servet Ustun Akbaba jî ku serdana malbata Yarici kir, da zanîn ku ji bo pîrozkirina rojbûna kurê xwe çûye cem hevalekî xwe û heqê qolayê jê xwestiye û wiha got: "Duh jî dema ku çûye întîharê, ji birayê xwe re gotiye, 'Heqê xwe helal bikin, ez ji bêkariyê tengezar bûm. Malbata wî gelekî xîzan e. Kekê wî bi 300 TL pereyê lênêrînê yê zarokê xwe yê berasteng debara xwe dike. Em qala malbateke di rewşeke gelek zehmet de dikin. Bêkarî binpêkirineke mafê mirovan e. Mirov xîzan in. Malbat hemû di heman rewşê de ye. Xîzanî gefek mezin li tenduristiya gel dixwe. Dive dewlet berpirsyariyên xwe bîne cih. Van mirovan bi mehane serlêdan bêkariyê dikin. Ji bo berdewamkirina jiyana xwe pêwistiya wan bi pere heye. Lê pere nabînin."   MA / Hamdûllah Kesen