Li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan hat pirsîn 2020-02-08 14:46:43 NAVENDA NÛÇEYAN – Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHD’ê yên Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên darizandin. Her wiha Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî li aqûbeta windayan pirsî.   Xizmên Windayan û şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn. Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 574’emîn de li ber avahiya komeleyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Xizmên windayan û mafnas beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.    ‘VEGERIN SER POLÎTÎKAYÊN AŞTIYANE’    Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn da zanîn ku heta winda bên dîtin û kujer werin darizandin û edalet pêk were dê çalakiya xwe dewam bikin. Zeytûn anî ziman ku ji ber pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane nayên çareserkirin her tim şer û alozî heye û her cûre xemsarî pêk tê. Zeytûn destnîşan kir ku divê edaleta civakî wekhev were belavkirin û îqtîdar demildest dest ji polîtîkayên şer berde û vegere polîtîkayên pêkanîna aştiyê.  Piştî axaftina Zeytûn, endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Aydenîz jî çîroka windakirina Ahmet Tekîn ê di sala 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê di binçavan de hat windakirin xwend.    Mafnas û xizmên windayan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî kirin.    ÊLIH    Rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 480’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin dîtin” li avahiya komeleyê li dar xistin. Beşdarên çalakiyê wêneyên xizmên xwe hildan.    Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê parêzer Mesût Aydin daxuyanî xwend û berfirehkirina rayeya notirvanan rexne kir û got: “Berfirehkirina rayeya notirvanan tê wê sedemê ku pêşî li hin bêtirîn sûckirinê tê vekirin.”    Aydin çîroka Mehmet Acar ê di sibata 1994’an de li gundê Dîrseklî ya Cizîra Şirnexê di binçavan de hat windakirin xwend û li aqûbeta wî pirsî.    ÎZMÎR    Li Îzmîrê jî rêveberên Şaxa ÎHD'ê, rêveberên partiyên siyasî û gelek kesan li aqûbeta windayan pirsîn. Daxuyaniyê rêveberê Şaxa ÎHD'ê Caner Canli xwend. Canli çîroka windakirina mamoste Maksût Tepelî ku beriya 36 salan li Şaxa Siyasî ya Gayrettepeya Stenbolê hat windakirin xwend û li aqûbeta wî pirsî.