Li Licê keyayek hat girtin 2020-02-08 12:31:04   AMED - Li navçeya Licê keyayê ku hatibû binçavkirin, hat girtin.   Li navçeya Licê ya Amedê, keyayê gundê Kalî Çetîn Dîrîn ku cendirmeyan bi ser mala wî de girtibûn û ew biçav kiribûn, piştî ku derket dadgehê bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hat girtin.  Walîtiya Amedê, têkikdarî mijarê daxuyaniyek da û angaşt kir ku Dîrîn ji endamên rêxistinê re derman peyda kiriye.    Dîrîn, 5 meh beriya hilbijartina herêmî ya sala 2019'an de ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Di hilbijartinê de Dîrîn bû namzet û careke din hat hilbijartin. Ji ber lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Licê ve derbarê wî de dihat meşandin, dîsa ji peywirê hatibû girtin. Piştî ku lêpirsîna derbarê de bi neşopandinê bi encam bûbû, careke din vegeriyabû ser peywira xwe.