Girtî Huseyîn Bag: Gardiyanan êrişî min kir 2020-02-08 12:22:11 MÊRDÎN – Huseyîn Bag ê li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye ragihand ku ji ber kelûpelên wî belav kirine gardiyanan êrişî wî kiriye. Huseyîn Bag li Girtîgeya Jimara 2’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê girtî ye. Bag duh bi malbata xwe re hevdîtina telefonê pêk anî. Bag bi rêya malbata xwe da zanîn ku gardiyanan êrîşî wî kiriye.    Bag da zanîn ku gardiyan û eskeran roja 3’ê sibatê li qawîşên wan lêgerîn pêk anîn û hemû kelûpelên wan serûbin kirin e. Bag got ji ber kelûpelên wan belav kirine bi gardiyanan re nîqaş derketiye û gardiyanan nîqaşê kirine hêcet û êrişî wî kirin e.    Xwişka Bag, Kader Bag destnîşan kir ku birayê wê ragihandiye ku heqaret, îşkence û muameleya xerab li dijî hemû girtiyan zêde bûye û piştî vê qewimandina dawî birayê wî xistine hucreya yek kesî.    Kader Bag binpêkirina mafan a li ser girtiyan rêz kir û xwest sazî û mafnas demildest biçin girtîgehê lêkolîn pêk bînin.    Birayê Huseyîn Bag, Mehmet Bag jî banga bi dawî anîna sepanên xerab kir û xwest mafnas bila biçin li girtîgehê lêkolînê pêk bînin.    Têkildarî rewşa Bag qal kiriye em li girtîgehê geriyan. Rayedarek girtîgehê got: “Li ser telefonê em nikarin derbarê mijarên wiha de agahî bidn.”