Ûgûrlû: Em ê bi xwerexnekirinê nêz bibin û pirsgirêkan çareser bikin 2020-02-08 11:40:00 STENBOL – Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû têkildarî geşedanên di rojên dawî de diqewimin axivî û got ew ê bi xwe rexnekirinê nêzî xebatê bibin û pirsgirêkan çareser bikin.  Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû geşdanên di demên dawî de diqewimin ji ajansa me re nirxand.    ‘TEDBÎR NAYÊN GIRTIN’    Ûgûrlû bal kişand ser felaketên xwezayî yên di van rojên dawî de pêk tên û piştî van felaketan her tim xemsarî û cudakarî tê rojevê. Ûgûrlû da zanîn ku li gel van felaketên pêk tên jî tu tedbîrek mayînde nayê girtin.    ‘EV NÎŞANEYA NEBIRÊVEBIRINÊ YE’    Ûgûrlû diyar kir ku bal kişand ser aşûta li navçeya Miksê ya Wanê û qezaya balafira li Stenbolê û got: “Dema mirov li van felaketan dinêre dibîne ku xeletî û xemsariyek çawa tê kirin. Di van bûyeran de jî derdikeve holê ku îqtîdar nikare vê krîzê birêve bibe.”    ‘DARAZ HEMÛ JI ZILAMAN PÊK TÊ’   Ûgûrlû destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên bingehîn yên Tirkiyê tundî û kuştina jinan e û li dijî vê yekê jî têkoşîna jinan her ku diçe mezintir dibe. Ûgûrlû got di mijarên darizandina qatilên jinan de jî darazek ku ji zilaman pêk tê mijara gotinê ye. Ûgûrlû anî ziman ku tecawiz bi rêya sazîbûna malbatî tê meşrûkirin.    HDP DÊ TAWÎZ NEDE    Ûgûrlû destnîşan kir ku di bingeha tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de polîtîkayên dijminahiya jinan heye. Ûgûrlû da zanîn ku pergala hevserokatiyê dê pêşiya gelên Tirkiyê vebike. Ûgûrlû diyar kir ku partiya HDP di xeta mor de tu demê tawî neda û divê tu demê tawîz nede jî.    DÊ BI XWEREXNEKIRINÊ PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN    Ûgûrlû da zanîn ku ew ê wek HDK’ê di dema pêş de xebatên ji bo jinan zêdetir bikin û ew ê bi xwe rexnekirinê xebatên xwe birêve bibin û hemû pirsgirêkan bi vî rengî çareser bikin.    MA / Bariş Ceyhan - Nacî Kaya