Polîsan bi ser Navenda DEM Muzikê de girtin 2020-02-08 11:09:56 EDENE - Di saetên serê sibehê de polîsan, bi ser Navenda DEM Muzikê de girt û hunermend Îlyas Arzû û Jiyan Savci binçav kirin.   Li Edeneyê, di saetên serê sibehê de polîsan, di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatibû destpêkirin de bi ser Navenda DEM Muzikê û malên xebatkarên wê de girtin. Polîsan, li mala  hunermend Îlyas Arzû û Jiyan Savci û navenda Med Muzîkê lêgerîn pêk anîn û gelek amûrên dîjîtal û pirtûkan desteser kirin. Polisan, piştî lêgerînê Arzû û Savci jî binçav kirin û birin Miduriyeta Polisan a Edeneyê. Sedema binçavkirinê nehat hînkirin. Hat hînbûn ku biryara nepeniyê li ser lêpirsînê heye.