Beştaş: Notirvan wê bibin rêxistinek sûckirinê 2020-02-08 11:05:11 ENQERE – Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku AKP dixwaze bi SADET, HOH û Ocaxên Osmantiyê muxalefetê bipelçîqine hatine avakirin û ji bo notirvanan jî got: “Wê ev notirvan bibin rêxistinek sûc a potansiyelî.”  Berifrehkirina rayeya notirvanan ku dikaribin çekê bikar bînin, wesayît û kesan rawestînin, nasnameyan kontrol bikin û darê zorêbûnê bikar bînin di rojevê de ye. Ji bo birêkûpêkkirina yasaya notirvanan dê hefteya pêşiya me bibin rojeva Desteya Giştî ya Meclîsê. Partiyên muxalefetê şerh danîn ser birêkûpêkkirinê. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş biryara berfirehkirina rayeya notirvanan nirxand.    HERÎ ZÊ DE GAZIN LI ENQEREYÊ NE    Beştaş da zanîn ku pergala heyî ya notirvaniyê heye û ev rayeya xwe ya nasname û wesayît kontrolê bi awayek fiîlî bikar tînin û dixwazin bi vê sererastkirinê van rayeyan bikin yasayî. Beştaş diyar kir ku notirvan li kuçe, taxan vê rayeya xwe bikar tînin û gazina herî zêde li Enqereyê ji bo notivanan heye. Beştaş got li Enqereyê notirvan li gelek deveran astengiyan derdixin û tu mafî nas nakin.    ‘PARÇEYEK PLANA TÊKBIRINÊ YE’    Beştaş destnîşan kir ku berfirehkirina rayeya notirvanan parçeyek ji “Plana Têkbirinê” ya îqtîdarê ye û îqtîdar dixwaze bi vê pergalê civakê bêdeng bike û hêza îqtîdara xwe jî konsolîde bike.    ‘WÊ BIBIN RÊXISTINEK SÛCKIRINÊ’    Beştaş anî ziman ku îqtîdar di bin navê rêxistinkirina sivîl de hêzên paramîlîter ên wek HOH Û SADAT’ê ava kiriye û di serê van hêzan de jî Ocaxên Osmaniyan tê. Beştaş got ev yek di heman demê de rê li ber xwe biçekkirina takekesî jî vedike û AKP ji ber tirsa xwe rayeya notirvanan berfireh dike û ev yek bi awayekî eşkere nîşaneya tirsa wan e. Beştaş diyar kir ku ewlehiya civakê ango welatiyan ne di xema AKP’ê de ye û got: “Ev rayeya notirvanan wê rê li ber encamên xerab û xetere veke. Dibe ku ev veguherin amûrek din ên sûckirinê. Wê ev notirvan bibin rêxistinek sûc a potansiyelî.”   MA / Dîren Yurtsever