Li Wanê rêyên 550 gundan hatin girtin 2020-02-08 11:02:40 WAN - Li Wanê ji ber berfa zêde û moryazê rêyên 550 gundî ji çûn û hatinê re hatin girtin.  Li Wanê, duh êvarê gelek berf bariya û moryaz çêbû. Ji ber vê berfê û moryazê, li navçeya Miksê 74, li navçeya Elbakê 122, li navçeya Ebexê, li navçeya Artemêtan 5, li navçeya Erdîşê 25, li navçeya Payîzavayê 113, li navçeya Rêya Armûşê 1, li navçeya Bêgiriyê 17, li navçeya Serav, li navçeya Qelqeliyê 60 bi giştî rêyên 550 gundî ji çûn û hatinê re hatin girtin.