Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê leşkerek jiyana xwe ji dest da 2020-02-08 10:00:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber qelîbîna maşîneyeke leşkerî, leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 4 leşker jî birîndar bûn.  Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê maşîneneyeke leşkerî qelibiye. Wezaretê, destnîşan kir ku ji ber qezayê leşkerekî jiyana xwe ji dest daye û 4 leşker jî birîndar bûne.