Gêdûka Qerapetê li cihekî ku aşût lê çê nabe hatiye çêkirin! 2020-02-08 09:11:19 WAN - Ajovanên di navbera Wan-Miksê de dixebitin, ji bo Tûnela Karapetê ku 4 sal berê hatibû çêkirin gotin, li cihekî ku aşût lê çênabe hatiye çêkirin.  Di aşûta li Miksa Wanê 41 kesî jiyana xwe ji dest dabû ji 100 zêdetir kes jî birîndar bûbûn. Ajovanên di navbera Wan-Miksê de dixebitin, ji ber vê bûyerê pir xemgîn in û mînîbusên xwe reş girêdane. Ajovanan, behsa zor û zehmetiyên di rêya Miksê de dikişînin kirin.    SOZ DAN LÊ...   Ajovan Fahrî Elbîr, diyar kir ku rêya ber bi navçeyê ve diçe rêya herî zor û zehmet e û got, zivistanê bi xetereya aşûtê, payizê bi xetereya lehiyê û havînê jî bi xetereya ber bi newalê re rû bi rû dimînin. Elbîr, got: "Du rê diçin Miksê. Yek jê di Wanê re ku em di Karapetê re derbas dibin, a dinê jî di Xîzanê re. Hema bêje her roj qeza û aşût li ser rêya Karapetê çê dibin. Rêya Xîzanê jî pir talûke ye û 6 saetan didome. Rêyên me tim wisa ne, rêyine zor in. Çend sal berê gotin em ê tûnelan çê bikin, lê çê nekirin. Ji ber vê ev qas mirov dimirin. Êdî bira bê çareserkirin. Hem zivistanê hem jî havînê li wir qeza çê dibin û mirov dimirin. Ji ber îhmalkariyê ev qas mirov di bin aşûtê de man. Çend sal berê Serokomar Erdogan hat got, ew ê tûnelê çê bikin. Lê heta niha tiştek jî nekirine. Êdî em naxwazin vê eziyetê bikişînin".    Ajovan Îrfan Sancar jî diyar kir ku bi salan e di vê rêyê de êş û eziyetê dikişînin û got: "Ji ber aşûtê gelek mirov mirin. Kesên ji bo ên di bin aşûtê de mayî xelas bikin hatin jî mirin. Yanî li vira îhmalkariyeke mezin heye. Cihê ku dewlet tûnel lê çê kiriye heta niha qet aşût çê nebûye. Yanî diviya ew tûnel li cihekî hîn girîngtir çê bibûna, lê rabûne li wir çê kirine. Em bang li îqtîdarê dikin; êdî bes e! Ev qeza tenê ne zivistanê, saloqat çê dibin. Havînê wesayît ber bi newalê ve digindirin, zivistanê di bin berf û aşûtê de dimînin. Ji bo careke dint iştên wiha neqewimin demildest divê tûnelên nû bên çêkirin. Êdî bira dengê me miksiyan bê bihîstin. Careke din em naxwazin êş û eziyeteke wiha bikişînin".    'BILA SOZÊ XWE BI CIH BÎNIN'    Ajovan Veysel Sayan jî got: "Bi salan e ajovaniyê dikim. her sal heman tişt tê serê me. Saloqat em vê eziyetê dikişînin. Tûnelek çê kirin, lê li cihekî ku aşût lê çê nabe çê kirine. Êdî bes e ji vê êş û janê re. Êdî em naxwazin vê eziyetê bikişînin".   Ajovan Veysel Dûrmûş jî got: "Em her sal van pirsgirêkan tînin ziman, lê kes guh nade me û tevdîran nagire. Heger tûnel neyên çêkirin dibe tiştên mezintir biqewimin. Êdî em naxwazin vê êşê bikişînin. Bila sozên xwe bi cih bînin û tûnelan çê bikin".    Welatiyê bi navê Mehmet Salîh Elbîr jî got: "Hevalên me jî di bin aşûtê de man û jiyana xwe ji dest dan. Tenê em zivistanê vê eziyetê nakişînin. Di orta havînê de jî em dikişînin. Bi salan e em vê eziyetê dikişînin. Ji ber ku tevdîr nayên girtin tiştên wiha diqewimin û mirov dimirin".    MA / Adnan Bîlen - Yûnûs Dûman