Peyama Mûrat ê di bin aşûtê de ma: Mirî sax nabin! 2020-02-08 09:10:39 WAN - Yek ji kesên di bin aşûta li Miksê de mabû û jiyana xwe ji dest dabû jî Mûrat Kapagan bû. Gava Kapagan di bin aşûtê de dimîne, malbata wî jî ji bo wî xelas bike diçe devera aşût lê çê bûye, lê belê vê carê ji malbata wî jî 5 kes di bin aşûtê de dimînin û jiyana xwe ji dest didin. Mûrat berî ku jiyana xwe ji dest bide ev gotin parve kiribûn: "Li benda kesên çûyî mesekine. Mirî sax nabin".  Di aşûta li Miksa Wanê de 41 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Ji kesên jiyana xwe ji dest dbaûn 6 jê ji heman malbatê bûn. Aşûta ewil di 4'ê Sibatê de çê bûbû. Yek ji kesên di vê aşûtê de jiyana xwe ji dest dabû jî operatorê kemçeyê Mûrat Kapaganê 24 salî bû. Gava Mûrat di bin aşûtê de dimîne malbata wî jî ji bo wî rizgar bike diçe cihê aşûtê lê çê bûye. Lê belê gava malbat diçe wir, vê carê ji malbatê apê wî Sadik Kapagan, xalê wî Ûbeyt Kapagan, xizmên wî Hayrettîn Kapagan, Hayrettîn Goren û Mûzaffer Kaya jî di bin aşûtê de dimînin û jiyana xwe ji dest didinç. Cenazeyê Mûrat Kapaganê 24 salî ku tevî qirêdera xwe li herêma aşûtê bû 3 roj şûnde tevî cenazeyê din ên ferdên malbatê li Goristana Karşiyakayê hat definkirin.    'QEYÛM EW JI KAR DERXISTIBÛ'   Mûrat Kapagan, berê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dixebitî û operatorê kemçeyê bû. Lê piştî qeyûm ahtibû tayînkirin peymana wî ya kar jî hatibû fesixkirin. Ji ber vê Kapagan diçe Stenbolê dixebite. Lê pir li Stenbolê namîne dîsa tê Wanê. Gava tê Wanê şaredarî ji bo mulakatê gazî wî dike. Di mulakatê de pirsan hemûyan dibersivîne. Lê dîsa jî wî nagirin kar. Ji ber ku birayê wî 6 salan û bavê wî jî 6 mehan di girtîgehê de dimîne Mûrat debara malê dike. Li ser vê diçe Miksê di fîrmayeke taybet de dixebite û dîsa operatoriya kemçeyê dike. Gava bi mînîbusê ji Wanê diçe Miksê, di rê de ji mînîbusê peya dibe û dixwaze zincîran li tekerê mînîbusê bixe. Lê gava peya dibe aşût çê dibe û di bin aşûtê de dimîne.    Li ser vê ferdên malbatê jî ji bo wî rizgar bikin berê xwe didin Miksê cihê aşût lê çê bûye. Gava ferdên malbatê jî tev li xebatên rizgarkirin dibin aşûtek din jî çê dibe û 5 kes ji wan jî jiyana xwe ji dest ddidin. ferdên malbatê gotin: "Li Miksê zarokekî 7 salî jî dizane ku gava aşûtek çê bibe wê li pey wê hin aşûtên din jî çê bibin. Îjar çawa dewlet bîr nebiriye? Bi ser de jî tu radibî ji Antalyayê eskerên ku belkî di heyata xwe de cara ewil berf dîtine bînî tev li xebatên rizgarkirinê dikî. Ev aqileke çawa ye?"    Mûrat Kapagan berî ku jiyana xwe ji dest bide li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev tişt parve kiribû: "Veqetîn mîna mirinê ye. Loma li benda kesên çûyî mesekine. Mirî sax nabin".