Polîsê ku 2 jin kuştin hem dibêje 'min pêşî plana xwe çê kiriye' hem jî dibêje 'ez tehrîk kirim' 2020-02-08 09:09:56 MÊRDÎN – Li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê, polîs Seyfûllah Çinar, hevjîna xwe ya polîs û xesuya xwe kuştibû. Çinar, di îfadeya xwe de gotibû berî ku hevjîna xwe û xesuya xwe bike plan xwe çê kiriye. Lê belê di îafdeya xwe de jî gotiye "hatiye tehrîkkirin". Li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê, di 28'ê Cotmeha 2019'an de polîs Seyfûllah Çinar, hevjîna xwe Belma Çinar û xesuya xwe Ûmmûhan Gullu kuştibû. Piştî bûyerê Çinar hatibû girtin. Îdinaameya derbarê Çinar de hat amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Mêrdînê îdianame qebûl kir.   Çinar di îfadeya xwe de gotiye pirsgirêkên wî yî malbatî hebûne û haya amîrên wî jî ji van pirsgirêkan hebûye. Çinar, di îfadeya xwe de aniye ziman ku gava xesuya wî bi telefonê bi hevaleke xwe re xeber daye gotiye, "ez ê zavayê xwe bikujim".   Çinar, di îfadeya xwe de gotiye wî pêşî kuştina xesuya xwe û hevjîna xwe di serê xwe de sêwirandiye û paşê wan kuştiye. Lê Çinar, di îfadeya xwe de xw ebi xwe dikeve nav nakokiyan û paşê dibêje, her duyan jî ew tehrîk kiriye û loma tiştekî wiha kiriye.