Ji ber heman parvekirinê du caran îdianame hat amadekirin 2020-02-08 09:08:35 HATAY - Îsmaîl Guneşê ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" ceza lê hat birîn û cezayê wî hat taloqkirin, vê carê li Îzmîrê ji ber parvekirinên medyaya civakiyî bi îdiaya "heqaret li serokomar kiriye" doz lê hat vekirin.  Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, ji ber parvekirineke medyaya civakiyî ya welatiyê bi navê Îsmaîl Guneş ku di sala 2016'an de parve kiriye, bi îdiaya "heqaret li serokomar kiriye" îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 33'yan a Îzmîrê jî şdianame qebûl kir. Lê belê ji ber Guneş li navçeya Payas a Hatayê dimîne, dadgehê biryara "neerkdayînê" da û ji Dadgeha Cezayê Esliye ya Dortyol a Hatayê re şand. Her wiha Guneş ji ber heman parvekirinan par jî hatibû darizandin.    Guneş ku li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Hatayê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatibû darizandin, sal û 6 meh û 22 roj ceza lê hatibû birîn û cezayê wî hatibû taloqkirin. Lê belê vê carê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ji bo heman parvekirinan doz li Guneş vekiriye. Lê belê dozgeriyê ne bi "porpgandaya rêxistinê", bi îdiaya "heqaret li serkomar vekiriye" îdianam amade kiriye.    Parêzera Guneş Parêzer Mehtap Sert, got: "Ji ber heman tiştî nabe ku du caran ceza bibire. Heger Dadgeha Cezayê Asliye ya Dortyolê biryara beraatê nede, wê muwekîlê min ji ber heman parvekirinê du caran bê cezakirin. Halbûkî di Qanûna Ceza ya Tirkî de rêgezeke sereke jî ew e ku ji be rheman tiştî ne mimkun e du caran ceza bê birîn. Loma divê doza derbarê muwekîl d ebê betalkirin".    MA / Hamdûllah Kesen