ÎHD: Li Egeyê 47 hezar û 726 binpêkirinên mafan qewîmine 2020-02-07 15:23:45 ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bipêkirina mafên mirovan ên di sala 2019’an de li Herêma Egeyê qewimîne bi raporek parve kir. ÎHD da zanîn ku di 2019’an de 47 hezar û 726 bipêkirinên mafan qewimîne.  Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Îzmîrê Rapora Binpêkirina Mafan a Herêma Egeyê ya sala 2019’an de bi civînek çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kir. Di raporê de bajarên Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Manîsa, Ûşak, Afyon, Kutahya, Antalya, Bûrdûr, Mûgla, Balikesîr û Isparta cih girtin.    Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Zafer Încîn raporê xwend û bal kişand ser bipêkirina mafan û da zanîn ku di sala 2019’an de li Herêma Egeyê 47 hezar û 726 binpêkirinên mafan qewimîne û herî zêde mafên penaberan, girtiyan û kesên hatine binçavkirin hatine binpêkirin.    Încîn bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin.    Încîn da zanîn polîtîkayên ewlekariyê rê li ber binpêkirina mafan vedikin. Încîn got li girtîgehên herêma Egeyê 646 binpêkirin qewimîne.    Încîn da zanîn ku polîsan di sala 2019’an de bi ser malên 836 kesan de girtine û di serdegirtinan de 587 kes hatine binçavkirin, 70 kes hatine girtin, 44 kes xistine ber lêpirsînan, di binçavan de îşkence li 20 kesan hatiye kirin û 35 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatine binçavkirin.    Încîn bal kişand ser binpêkirina mafên penaberan jî û got penaber bi 35 û 627 binpêkirina mafan re hevrû mane û dema penaberan xwestiye derbas bibin 8 jê zarok 29 penaberan jiyana xwe ji dest daye.    Încîn diyar kir ku li qada kar ango xebatê jî 6 hezar û 371 binpêkirina mafên kar pêk hatine.    Încîn bal kişand ser binpêkirina mafên jinan û anî ziman ku 220 mafên jinan hatiye binpêkirin, 80 jin hatine kuştin, 27 jin hatine t tacîzkirin û 69 jin jî birîndar bûne.    Încîn da zanîn ku li qada hawîrdorê jî 40 binpêkirina mafên mirovan tespît kirine û 3 hezar û 366 kes jehrî bûne.