Malên Gel, Kizilay û Başkentgaz şermezar kir 2020-02-07 14:50:25   ENQERE – Endam û rêveberiya Malên Gel bi armanca bacên Xaza Xwezayî şermezar bikin, bertek nîşanî Kizilay û Başkentgaz a alikarî da Vakfa Ensarê û fatûrayên Xaza Xwezayî ji Kizilayê re şandin.     Endam û rêveberên Malên Gel, bi boneya bacên Xaza Xwezayî şermezar bikin, li pêş Postaxaneya Yenîşehîr a li semta Kizilay a Navçeya Çankaya ya Enyereyê daxuyanî dan. Endam û rêveberan li pêş postexaneyê dirûşmeya “Em jiyanek mirovane dixwazin" fatûrayên Xaza Xwezayî şandin Kizilayê. Lê polîsan bi hinceta destûra Walîtiyê tune" nehiştin daxuyaniyê bidin. Endamên Malên Gel li ser astengiya polîsan bi gotinên "Di du salan de xaza xwezayî ji sedî 50 zem bû. Her roj pereyê ji bêrîka gel derdikeve zêde dibe. Em dê Kizilay a dibe sedema revandina bacê ya ji Başkentgazê şermezar bikin" û bertekên xwe anîn ziman.  Rojnamegeran jî bi gotina "Ma Walî ji bo hûn rojnamegeran asteng bikin şandin vir?" bertek nîşanî polîsan dan.    Sekretera Giştî ya Jin ya Navendî ya Malên Gel Nebiye Mertturk, tevî astengiya polîsan daxuyanî da û diyar kir ku ji bo revandina bacê şermezar bikin li vir kom bûne û wiha got: "Kizilay a ku ji bo xizmeta civakê hatiye avakirin, bûye amûra revandina bacê. Em dê şebekeya berjewendiyê teşîr bikin."    Daxuyanî bi dirûşmeya "Dê roj bê dewran bê diz dê hesab ji gel bipirsin." bi dawî bû.