Pasaporta rojnameger Huseyîn Aykol hat desteserkirin 2020-02-07 14:15:21 STENBOL – Rojnameger Huseyîn Aykol yê dixwest biçe Belçîkayê dema çû Balafirgeha Stenbolê polîsan dest danî ser pasaporta wî.  Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol ji bo biçe paytexta Belçîkayê Brukselê, çû Balafirgeha Stenbolê. Polîsan dest danî ser pasaporta Aykol û destûra wî nedan biçe Belçîkayê. Polîsan ji Aykol re ragihand k udi 3’ê cotmeha 2019’an de Miduriyeta Nifûsê biryara desteserkirina pasaporta wî dane. Li ser vê yekê Aykol neçar ma ji Balafirgehê bizivire.    Me xwe bi rêya telefonê gihand Aykol û diyar kir ku ew nizane ji ber çi biryar û sedemê dest danîne ser pasaporta wî û dema ew biçe Enqereyê dê îtîraz bike.   Huseyîn Aykol ji doza rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin, 107 rojan di girtî mabû û di encama birêkûpêkkirinê yasayî di 25’ê cotmeha 2019’an de hatibû berdan. Ji ber xebatên rojnamegeriyê heta niha 63 doz derbarê Aykol de hatine vekirin û hin ji van dosyeyan şandine ber destê Dadgeha Bilind û Dadgeha Îstînafê.