Kesên di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn 2020-02-07 14:10:34 ŞIRNEX - Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin şewitandin, hatin bibîranîn. Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Uzeyyîr Kilinç, diyar kir ku berpirsê bûyerên li Cizîrê rû dan desthilatdariya AKP’ê ye û got: “Em dixwazin faîl bên dîtin û ceza kirin.” Li navçeya Cizîr a Şirnexê, kesên di 7’ê Sibata 2016’an de, di qedexeya derketina kolan a 14’ê Kanûna 2015’an hat îlankirin û 79 rojan dewam kir de, di jêrzemînên malan de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Daxuyaniya bîranînê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê hat lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, parlamenterê berê Ferhat Encû, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘4 SAL DERBAS BÛN’   Hevserokê HDP’ê yê Cizîrê Uzeyyîr Kilinç daxuyanî da û wiha axivî: “Di ser Komkujiya Cizîrê re 4 sal derbas bûn ku weke 'jêrzemînên hovîtiyê' di hişê mirovan de ma û anî ziman, ku di dema qedexeyê de nêzî 300 kes hatin qetilkirin.”   Kilinç, got, "Ji ber bikaranîna çekên giran a di dema operasyonê de li taxên Yafes, Sûr, Cûdî û Nûrê 3 hezar xanî zerar dîtin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa li navçeyê gotina 'Rewşeke mîna qiyametê' bi kar anî bû. Di dema qedexeya derketina derve de mafên mirovan û mafê jiyanê hatin binpêkirin. Mafê jiyanê ku mafê bingehîn ê mirovan e hate binpêkirin. Qedexeya derketian derve ne tenê qedexeyek ji bo derketinêbû, weke ku hate dîtin qedexeya jiyanê bû."   'BERPIRSIYAR AKP YE'   Kilinç, di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Desthilatdariya AKP'ê mîna komkujiya Roboskî hewl dide komkujiya Cizîrê jî bide windakirin, bide jibîrkirin. Di pêvajoya hiqûqî û lêpirsîna komkujiyê de gavek nehatiye avêtin û piraniya dozên di vê mijarê de hatine vekirin nehatine şopandin. Weke ku 17 hezar kuştinên kiryarên nediyar ên salên 1990'î nêzîkatiyeke bi heman rengî li vê mijarê jî dikin. Kiryarên komkujiyên tên parastin. Berpirsyarê vê hovîtiyê desthilatdariya AKP'ê ye. Heta ku kiryar bên cezakirin em ê li pey vê meseleyê bin. Ji yê herî jorê heta yê herî jêrê wê berpirsyar bên darizandin."