Tirkiye tevlî dewriyeya hevpar a bi Rûsyayê re nebû 2020-02-07 09:50:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye, tevlî dewriyeya hevpar a bi Rûsyayê re nebû.    Bi êrîşên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê yên di 9’ê Cotmaha 2019’an de dest pê kir re, Tirkiye û Rûsyayê di çarçoveya mûtabakatê de dest bi dewriyên hevpar kirin. Piştî pêşketinên li Îdlîbê ev dewriyeyên Tirkiye û Rûsyayê rawestiyan.   Li gorî bernameya Tirkiye û Rûsyayê wê duh li bajarê Hesekê yê Sûriyeyê dewriya hevpar pêk bihata. Lê Tirkiye tevlî vê dewriya bejahî ya hevpar a bi Rûsyayê re nebû.    Serokê Navenda Lihevkirina Aliyan ê Sûriyeyê yê li Sûriyyê Yûriy Borenkov, diyar kir ku polîsên leşkerî yên Rûs bi tena serê xwe ev dewriye li dar xistin. Borenkov, da zanîn ku polîsên leşkerî yên Rûs erka xwe ya dewriyeya li hin herêmên Helebê jî dewam kirine û di heman demê de dewriyeya balafirên şer jî kirine.