Li Amedê Mîhrîcana Soloyê dest pê dike 2020-02-07 09:01:06 AMED – Performansên solo ku ji Îran, Hollanda, Azerbêcan û Tirkiyeyê gelek hunermend di nav de cih digirin, wê li Amedê derkevin ser dikê.  Sehneya Hunerê ya Mordemê, wê mîhrîcaneke performansên soloyê li dar bixe. Wê ji Îran, Hollanda, Azerbêcan û Tirkiyeyê gelek hunermend tev li mîhrîcanê bibin. Wê mîhrîcan li avahiya sehneya hunerê ya li navçeya Peyasê ya Amedê bê lidarxistin.   Azîz Işik ku di nav komîteya amadekar a mîhrîcanê de ye, anî ziman ku armanca wan ew e ku mîrateyên çandî yên li ber windabûnê cardin zînde bikin û jin û zarok tev li nav jiyana çandî bibin. Işik, bal kişand ser dewlemendiya naveroka mîhrîcanê û gazî her kesî kir.    Şanoger Esma Kaygûsûz jî wê bi lîstika "Anne Frank Saklanan Kiz" performansa xwe nîşan bide. Kaygûsûz, wê di vê lîstikê de rola "Anne Frank" bilîze ku yek ji sembola Qirkirina Cihûyan a li Almanyayê ye. Kaygûsûz, destnîşan kir ku peyama lîstikê dijberiya şer e û got: "Mixabin car heye em nikarin pêşî li ber xirabiyan bigirin. Ez ê ji bo vê li ser dikê bim. Ez ê hewl bidim dengê xwe ragihînim. Bawer dikim wê temaşevan lîstikeke baş temaşe bikin".    JI 4 WELATAN Û 7 BAJARAN    Lîstikên ji 4 welat û 7 bajaran hatine wê di navbera 8-16'ê Sibatê de bên lîstin. Wê ji bajarê Ûrmiyeyê lîstika "Çêlek" ku Resûl Bengîn nivîsandiye û Dunya Goftarî bi rê ve dibe û Keyhan Huseynî dilîze; dîsa ji bajaraê Tehran ê Îranê lîstika "S Ya Dawiyê" ku derhênerê wê Dunya Goftarî ye; ji Tehranê lîstika "Awaza Sed Hezar Efîliya ya Evîndar" a Omîd Xakpûr; ji bajarê Baku yê Azerbêcanê lîstika "Men Olende Aglama" hwd. gelek lîstik bên lîstin.    ŞEVBÊRK Û ATOLYE    Wê di mîhrîcanê de bi teknîka ''Mîmo Dînamîk'' pantomîmek bê pêşandan. Her wiha wê şevbuhêrka dengbêjan bê lidarxistin û wê atolyeyên şanoyê bên lidarxistin.    MA / Lezgin Akdeniz