Lîstikeke nû ya şanoya li ber HDP'ê: Piştî nikaribû bireve Almanyayê ew anîn Tirkiyeyê 2020-02-07 09:01:03 AMED - Çalakiya li ber avahiya HDP'ê êdî veguheriye lîstikeke şanoyê. Harûn Açanê ku dema li Almanyayê bûye, tev li nav PKK'ê dibe. Paşê ji nav rêxistinê direve û diçe Herêma Kurdistana Federe. Piştî salekê gava dixwaze biçe Almanyayê tê zevtkirin û wî tînin Tirkiyeyê. Paşê wekî "serketina çalakiya li ber avahiya HDP'ê" berpêşî raya giştî kirin.  Hin malbatên ku derpêş dikin zarokên wan bi zorê birine çiyê, ji 3'yê Îlona 2019'an ve li ber avahiya HDP'a Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Lê belê her diçe ev çalakî vediguhere lîstikên şanoyê. Vê carê jî midûriyeta emniyetê bi komeke taybet lîstikeke din berpêşî raya giştî kir.    Polîsan hevjînên hev Metîn û Necla Açan ji Çewligê anîne Amedê û her du di 13'ê Çileyê de tev li çalakiya li ber avahiya HDP'ê bûne. Qaşo dê û bav ji bo kurê xwe Harûn Açan (28) hatine ber avahiyê. Dê û bav derpêş kirine ku kurê wan Hakan Açan (26) di sala 2012'an de ji Çewligê û Harûn Açan jî di sala 2016'an de ji Almanyayê derbasî Iraqê bûne û li vira PKK'ê ew revandine.    LI EMNIYETA ÇEWLIGÊ YE    Harûn Açanê ku salek e ji nav PKK'ê reviyaye û li Herêma Kurdistana Federe bû, di 4'ê Sibatê de di deriyê sînor ê Xabûrê re teslîmî Tirkiyeyê bû û ew anîn Amedê û li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê wî û malbata wî anîn cem hev du. Gava Metîn û Necla Açan çûn emniyetê gelek qenalên televîzyonan jî li wir bûn û piştî rojname û televîzyonan dîmen û wêneyên wan girtin, Harûn Açan birin Çewligê. Hat hînbûn ku Açan li Midûriyeta Emniyetê ya Çewligê ye.    Ferdekî ji malbata Açan ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, destnîşan kir ku Harûn û Hakan bi xwe tev li nav PKK'ê bûne û got, malbatê xwestiye Harûn bibe Almanyayê. Ferdê malbatê, got: "Her du bira bi xwestek û daxwaza xwe di dîrokên cuda de tev li nav PKK'ê bûn. Hakan, di sala 2012'an de û Harûn jî di sala 2016'an de ji Almanyayê tev li nav rêxistinê bû. Harûn, salek e bi malbata xwe re diaxivî. Me dizanibû ji nav rêxistinê reviyaye û li Iraqê dimîne. Lê malbatê dixwest dîsa wî bibe Almanyayê. Polîsan malbatê qaneh kir û ji wan re gotin, heger biçin ber avahiya HDP'ê ew ê Harûn bînin Tirkiyeyê. Malbatê jî ev yek qebûl kir û di 13'ê Çileyê de hat Amedê. Kurê wan î din hê jî di nav rêxistinê de ye".